Bexdayê ji Tirkiye û Îranê xwest ku sînoran bigire

Rêveberiya Bexdayê piştî referandûma Başûrê Kurdistanê ji Tirkiye û Îranê xwest ku bila sînorên xwe bigirin.

Wezareta Karê Derve ya Iraqê daxuyanî da. Wezaretê ji herdu welatan xwest ku bila sînorên xwe yên bi Başûrê Kurdistanê re bigirin. Rêveberiya Bexdayê xwest ku bila Tirkiye û Îran di warê bazirganî, îxracat û firotina petrolê de tenê hikumeta Iraqê mûxatap bigire û deriyên sînor ên ne di bin kontrola hikumeta navendî ya Iraqê de ye jî bila bigirin.

Wezaretê diyar kir ku, “Ji bo pêkanîna gavên di çarçoveya qanûnan de hikumeta navendî ya Iraqê bi Tirkiye û Îranê re dixebite.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan di 5’ê Cotmehê de gotibû, “Va ye wê qadên hewayî jî werin girtin, balefirxane jixwe hatin qedexekirin. Wê kî were, tu yê çawa biçî? Wê di nêz de sînor jî werin girtin”. Erdogan çûbû serdana Îranê jî û xwestibû dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan birêxistin bike.