Bexda û Hewlêr ji bo krîza budçeyê gavan diavêjin

Di krîza budçeyê de ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, ji bo çareseriyê herdu alî gavan diavêjin.

Tê diyarkirin ku ew ê Bexda meaşê kedkarên tendirustî û perwerdehiyê yên Herêma Kurdistanê bide û ew ê Parlementoya Herêmî ya Kurdistanê jî lîsteya karmendan ji ber çavan derbas bike.

Di krîza budçeyê de ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, ji bo çareseriyê herdu alî gavan diavêjin. Ew ê Bexda meaşên kedkarên tendirustî û perwerdehiyê bide û parlementoya Herêma Kurdistanê jî ew ê di rûniştina sibê de li ser lîsteya karmend û teqawîtan bisekine.

Di krîza budçeyê de ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, di navbera hejmara karmendan de yên ku her du aliyan diyar dikirin, cudahî hebû. Bexdayê digot hejmara karmendên li Herêma Kurdistanê 650 hezar e, Hewlêrê jî diyar dikir ku bi giştî milyonek û 250 hezar karmend hene.

Di rojên borî de Herêma Kurdistanê dest bi kontrolkirina lîsteyên teqawîtan kiribû û diyar kiribû ku kesên temenê wan nebûne 50, ew ê meaşê wan were qutkirin. Piştî vî biryarê li Herêma Kurdistanê fikarek çêbû ku, ew ê gelek kes bêkar bimînin. Tê diyarkirin ku ev tişt wê bibe sedema krîzên nû.

Iraqê budçeya sala 2018’an eşkere kiribû û rêjeya budçeyê ya Herêma Kurdistanê ji sedî 17’an daxistibû ji sedî 12.67. Bexdayê diyar kiribû, ji ber ku Kerkûk û herêmên bi nîqaş piştî 16’ê Cotmeha 2017’an kete destê wê, rêjeya nifûsa li Herêma Kurdistanê kêm bûye û ji ber vî tiştî biryareke wisa dane.