Bexda gavên din ji Hewlêrê dixwaze!

Berdevkê Ofîsa Serokwezaretiya Iraqê Sed Hedîsi got, qebûlkirina biryara Dadgeha Federal a Iraqê ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve tê wateya betalbûna referandûmê.

Berdevkê Serokwezaretiya Iraqê Sed Hedîsi, daxuyaniya Hikumeta Herêma Kurdistanê ya ku biryara "Mafê ti pêkhateyê nîne ku veqete" ya Dadgeha Federal a Iraqê qebûl dike, nirxand. Hedîsi destnîşan kir ku qebûlkirina vê biryarê tê wateya betalbûna referandûmê.

Hedîsi diyar kir ku ew li benda avêtina gavên pratîkî ne û got, "Dadgeha Federal a Iraqê biryar li ser referandûmê da. Bi vê biryarê re ne parçebûna Iraqê lê yekparebûna Iraqê hate parastin. Qebûlkirina biryarê tê wateya betalbûna referandûmê. Em bi vî rengî lê dinerin. Em li bendê ne ku hin gavên pratîkî bên avêtin. Diyaloga siyasî divê piştre dest pê bike."