Bêtehemuliya polîsan li dijî kurdî didome
Bêtehemuliya polîsan li dijî kurdî didome
Bêtehemuliya polîsan li dijî kurdî didome
Li Taksîmê muzîka irkî, îngîlîzî û frasî tê kirin. Lê koma muzîkê ya Sê Bira ku muzîka kurdî dikin, ji aliyê polîsan ve hatin asten kirin û hewl dan binçav bikin. Parêzer Huseyîn Bogatekîn, ket navberê û polîsan dest jê berda. Solîstê komê Erkan Benlî got rastî gefa ‘ Wek reklama xwe dîsa kir, emê we ji holê rabikin’ hatine.
Di vêpêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin de mînakê bêtehemuliya polîsan a li dijî zimanê kurd dîsa di rojevê de ye. Koma Muzîka Sê Bira brê li Bagcilarê li kolanê komeke ku muzîka kurdî dikirin rastî êrîşa faşîzan hatin. Ji alî polîsan ve hatin binçavkirin. Vê carê jî li Taksîmê rastî astengiya polîsan hatin.
TUYE YÊ KURDÎ GUHDARÎ DIKÎ
Koma ku li Odakuleya Taksîmê muzîka kurdî dike û elqeyeke mezin dibîne rastî astengiya polîsan hat û kesê bi navê Murat yê ku kom guhdarî dikir binçav kirin. Piştre bi dehan carî rastî zextên polîsan hatin. Solîstê komê Erkan Benlî wiha got: “Me stranê xwe digotin. 6 polîsên sivîl, di nava guhdarvanan de nêzî me bûn. Xwestin em muzîkê rawestînin. Me pirs kir kaç i bû.ye. gotin ji navenda giştî talimat hatiye muzîka bi vî terzî nekare bê dayîn. Em bi zorê rakirin û heldan kelepçê li destê me din. Du polîs bi tesaudf em dîtîn û ketin navberê. Polîsan em berdan. Piştre vegeriyan gotin ‘ we reklama xwe baş kir, emê we ji holê rabikin.’ Em kurdin, emê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Emê dubare bikin, emê dîsa lê bidin.”