Beştaş: Hûn çima tiştên em dibêjin mereq dikin?

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş a li Meclîsê mijarên di rojevê de nirxand got: “Soylû navê kar daniye. Guhdarkirina muxalefetê bêexlaqî ye. Hûn çima gotinên me mereq dikin?”

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir.

Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku pirsgirêkeke girîng a Tirkiyeyê guhdarîkirina partiyên siyasî ye û wiha got: “Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye. Helwesteke nayê qebûlkirin e. Kêzikên guhdarîkirinê yên ji partiya me derketin ji bîr kirine. Vê derbarê de ne ji aliyê Soylû ve ne jî ji aliyê hikûmetê ve bersiv nehat dayîn. Ev tê wateya qebûlkirinê. Dibêjin ku me guhdar kiriye.”

Beştaş, bibîr xist ku beriya niha jî partiya wan hatiye guhdarîkirin û ev tişt got: “Em dizanin ku ji berê ve avahiyên partiya me tên guhdarîkirin. Em ji vir pirs dikin. Hûn derbarê HDP’ê de çi meraq dikin? Werin em ji were vebêjin. Tiştên ku em li rûyê we dibêjin ne besî we ye? Hûn dixwazin bi awayekî veşarî jî me guhdarî dikin? Heke hûn meraq dikin em çi bibêjin, çima dixwazin me bêdeng dikin? Di vê mijarê de em li bendê ne di serî de Wezîrê Karên Hundir û berdevkên desthilatê daxuyanî bidin û eşkera bikin ku derbarê berpirsyaran de lêpirsîn dane destpêkirin. Heke nedabin destpêkirin jî sedema wê vebêjin.

Têkildarî hevdîtinên Komîsyona Diyarkirina Bihayê Asgarî û daxwazên bihayê asgarî jî Beştaş, nêrînên partiya xwe parve kir û ev tişt anîn ziman: “Divê bihayê asgarî bibe 4 hezar TL. Wê 4 hezar pirgirêka debarê ji holê raneke. Li dinyayê ji sedî 5’ê mirovan neçar dimînin ku bi bihaya asgarî debara xwe bikin. Lê li Tirkiyeyê ji sedî 40’ê mirovan bi bihaya asgarî debara xwe dikin. Li gorî daneyên TUÎK’ê 20 milyon kedkar di binî 2 hezar û 324 TL’yî de mûçe digirin. Ev tabloyeke şermê ye.”