Beştaş: Gel û HDP wê serî netewînin!

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş got, AKP dixwaze bi operasyonên li dijî siyasetmedar û rojnamevanan re desthilatdariya xwe bidomîne û serî li gel bitewîne. Beştaş destnîşan kir ku AKP wê bi ser nekeve.

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş operasyonên qirkirina siyasî yên vê dawiyê li 8 bajaran hatin kirin nirxand û got, ev operasyon nîşan dide ku AKP'ê zû dest bi karê hilbijartinê kiriye. Beştaş diyar kir, çi dibe bila bibe wê HDP tevlî hilbijartinê bibe û hemû şaredariyên ku bi rêya qeyûman hatine desteserkirin qezenç bikin û got, "Gel û HDP wê ti carî serî netewînin."

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku operasyonên qirkirina siyasî yên li 8 bajaran hatin kirin ji aliyê hiqûqî ve bêbingeh in û got, ev operasyon dewama wan operasyonan e ku sala 2009'an bi navê "Li dijî KCK'ê" hatibûn destpêkirin. Beştaş bi bîr xist ku mîna wê wextê, niha jî siyasetmedar, rojnamevan, endamên meclîsa jinan û hevşaredar bûne hedef û anî ziman ku ji pirsên di dema destgîrkirinê de tên kirin jî eşkere dibe ku ev operasyon bêbingeh in.

Beştaş got, di dmea destgîrkirinê de van pirsan dipirsin: "Têkiliya we bi rêxistineke li derveyî qanûnê heye yan na?, "Navekî we yê kod heye yan na?", "Endamekî rêxistinekê hate mala we?" Beştaş diyar kir ku ev pirs di her kêliyê de dikare ji her kesî bê pirsîn. Parlamenter Meral Daniş Beştaş ti delîl li holê nîne û got, ev yek nîşan dide ku AKP'ê zû dest bi karê hilbijartinê kiriye."

Beştaş bi bîr xist operasyonên qirkirina siyasî heman piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li ser qeyûman pêk hat û got, "Em qala Serokkomarekî welê dikin ku beriya niha bi çend mehan ji bo hemû mirovên deng dane HDP'ê digot 'terorîst' in. Ev bi xwe jî nîşan dide bê hilbijartin çiqasî formalîte ye." Beştaş destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê HDP tevlî hilbijartinê bibe û bi dengekî bilind hemû şaredariyên bi rêya qeyûman hatine desteserkirin qezenç bikin.

'KES NATIRSE, LÊ HÊRSA MIROVAN ZÊDE DIBE'

Beştaş ragihand, AKP bi van operasyonan dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û serî li gel bitewîne. Beştaş got, mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî ev rêbaz bi ser nekeve.

Parlamenter Meral Daniş Beştaş rewşa heyî şiband dema hilbijartinên 1'ê Mijdarê û 24'ê Hezîranê û wiha pê daket: "Hewl didin vê yekê bikin rewşeke rûtîn. Lê em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin û em ê qebûl nekin. Cihê hevalên me wê vala nemîme. Bila vê yekê ji bîr nekin; bi van destgîrkirin, zext û kiryarên antî-demokratîk  re ne HDP, ne dengdêrên me, ne jî gelê me ditirsînin. Tenê hêrsa me zêde dikin. Ev zext û zordarî baweriya me ya bi siyasetê, aştî û demokrasiyê mezin dike."

Beştaş herî dawî got, "Ji ber van operasyon û zextan kes netirsiye. Gel û partiya me ti carî serî natewînin."