Beştaş: Di lêpirsîna komkujiya Parîsê de tiştên pêwist dikare bê kirinl
Beştaş: Di lêpirsîna komkujiya Parîsê de tiştên pêwist dikare bê kirinl
Beştaş: Di lêpirsîna komkujiya Parîsê de tiştên pêwist dikare bê kirinl
Cigira hevserokên Giştî ya BDP’ê a ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ligel kudi ser komkujiya Parîsê de 3 meh derbas bûye jî tu pêngavên şênber tune û xwet dozgerên Tirkiyeyê Omer Guney bidarizîne.
Beştaş îro li Navenda giştî ya BDP’ê daxuyaniyek da çapemeniyê û lêpirsînên der barê komkujiya Parîsê de hatine vekirin nirxand.
Beştaş da zanîn ku 6 roj piştî hevdîtinên bi Ocalan re di 9’ê Çileyê de li hemberî 3 jinên kurd yên siyasetmedar komkujiyeke hovene pêk hatiye û ligel ku di ser bûyerê de 3 meh derbas bûye jî delîlên ku mirovan tatmÎn dike, kujeran sûc çawa kiriye, din ava wan de kî hebû, nêrînên Tirkiyeyê û Fransayê di vê mijarê de çi ye nehatiye parvekirin.
Beştaş anî ziman kul i Parîsê ketine nava hewldanan û got: “Lêpirsîna ku fermî hatiye meşandin wek anketê tê bi navkirin. Li wir veşarîbûn didome. li ser dosyayan biryara veşariyê heye. Lê ji Tirkiyeyê cudatir ew dikarin bixwînin. Tişta ku wan jî bi taybet got, lêpirsîna li Tirkiyeyê pir girînge. Omer Guney niha girtî ye. Têkiliya wî ya bi Tirkiyeyê re raste rast bandorê iser dosyaya Fransayê dike. Hewldanên me li Tirkiyeyê jî hebûn. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî lêpirsîn da destpê kirin. Me bi daxwaznameyekê got em alî ne. malbatan serî li me da. Vekaletnameyên xwe dan me. me bi awayekî fermî serlêdan kir. lê mixabin heta niha tu tişt nehatiye kirin.
Beştaş got divê komkujî bê ronîkirin û got heta pêşneçûna lêpirsînê nayê qebûlkirin.