Besê Hozat: Ciwan divê hemû hêza xwe bidin ser hilweşandina faşîzmê

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku faşîzm hate hilweşandin wê Komploya Navnetewî derbeke giran bixwe û gotji bo vê jî divê ciwan hemû hêza xwe bidin ser hilweşandina faşîzmê.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, komploya nawneteweyî ya li hember Rêber APO hatî pêkanîn ji Nûçe Ciwan re nirxand.Hevseroka  Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat têkilî komploya di 15 Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kir. 

Hozat bandora komployê ya li ser ciwan û jinan vegot û got, ''Rêber Apo nasnameya azad a ciwantiyê ye. Komploya ku li hember Rêber Apo hatî kirin di heman demê de komployeke lo hember ciwantî, nasnameya ciwantî û tevgera ciwantiyê hate peşxistin.''
Hevpeyvîna ku Nûçe Ciwan bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat re kirî wiha ye:

Em dikevine 24’emîn sala komploya nawnetewî ya 15 Sibatê. Rêber Apo 23 sal in di pergala işkenceyê de  dîlgirtî ye. Li hembêr vê Rêber Apo berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Vê pêvajoya 23 salî bandoreke çawa li ser gelê Kurd, jin û ciwanan kir?

Di serî de hêzên komploger bi tundî lanet dikim. Şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja me Tarî bikin’ û di şexsê Viyan Soran de ku şopînera vê xetê ye hemû Şehîdən azadî û şoreşê bi hezkirin, rêz û bimînet bi bîr tînim.

Komploya Navneteweyî bi gel re, jin û ciwanên Kurd re hişmendiya naskirina dijmn geş kir. Fêmkirina komployê rastiya dijminê qirker û metînger bi hemû aliyan ve derxiste holê. Bi gelê Kurd re li hember dîrokê nêrîneke nû bi pêş xist. Gelê me komploya ku li hember Rêber Apo hatî kirin wek li hember hebûn û azadiya xwe hatî kirin idraqa kir. Mezinbûna gefa qirkirina ji kûr ve hîs kir û dît. Komploya 15 Sibatê asta herî xeternak a qirkirinên li hember gelê Kurd der dibe.

Li çar perçeyên Kurdistanê û li her dera cihanê bi milyonan mirov ji bo şermezarkirina komployê rabûn ser piyan. 63 kesan bi dirûşmeya ‘ Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin’ laşê xwe dane ber agir. Gelek rêhevalan xwe kirin bombe û di dijmin de teqandin. Ji serî heta binî gelê Kurd li hember dijmin bû fedayî. Li dij vê hêrsa gel dewleta Tirk a faşîst hejîneke kûr jiya. Hêzên komploger ên ku di komployê de rol leyîstin mecbûr man li şaşwaziya ku jiyan mikûr bên. Gotina Wezîrê Karên Derve yê wê demê Madeline Albraight a “me helwesteke bi vî awayî nedipa” mikûrhatina ji şaswaziya wêdetir binkeftina komplogeran e. Gotina Serokê wê heyamê yê dewleta Tirk Bulent Ecevit a “Abdullah Ocalan çima radestî me kirin min fêm nekir” teyîsandina li tirsê ya li hember hêrsa gel bû.

Komployê da nîşan ku em ne leqayî dijminekî metînger ê klasîk in. Metîngeriya qirker, dixwest ku Kurdan siyasi, çandî, civakî, aborî, ekolojîk û fiziki tevahî di qirkirinekê re derbas bike. Dixwest hebûna azad a Kurdbûnê ji holê rabike. Têkoşîna li dijî Komployê Gelê Kurd ji her alî vir bi pêş xist. Paradigmaya Netewe Demokratik a ku Rêber Apo pêş xistî bi Kurdan re hişmendiyeke dîrokeke nû, ciwakeke nû û zanebûna rastiya dijmin afirand.

Gelê me 23 sal e di xeta Rêber APO de li dijî komployê têkoşîna xwe didomîne. Parastinên ku Rêber Apo di şert û mercên izolasyon- cizaretê de amade kirine,  Kurd, Ciwan û jinan  ronî kir. Feraseta Netewa Demokratik û projeya pergala konfederal a Demokratik, paradigmaya dewlet-desthilatdarî ya komplogeran dahûrand . Şoreşa Rojava ya ku di xeta Rêber APo de pêş ketî îro heman wek Royekî mirovahiyê ronî dike. Fikirên Rêber Apo di gel, jin û ciwanan de hêvî û coşeke mezin diafirîne.

PKK ji aliyê Rêber Apo ve wek partiyeke ciwantiyê hate pênasekirin. Em dikarin ji aliyekî ve komploya ku hatî pêşxistin wekî li hember nasnameya ciwanan hatî kirin bibînin? Divê ev çawa bê nirxandin?
Ên ku koma Apoger û PKK ava kirin ciwan bûn. PKK Partiyeke ciwanan e. Di têkoşîna PKK’yê ya 50 salî de ciwanan roleke pêşeng û rêber leyîstin. Berxwedêrên 14 Tîrmehê hemû ciwan in. Di nav berxwedêrên 14 Tîrmehê de yê herî ciwan jî yê ku tevgera ciwantiyê îro jê re dibêje ‘Stêrka Sor’ û wek pêşeng dipejirîne; Rêheval Elî Çicek e. Pêngava 15 Tebaxê ya ku vejîna gelê Kurd îfade dike jî pêngava ciwantiyê ye. Arteşa Gel û Artêşa jinan jî ji aliyê ciwanan ve hatiye avakirin. Gerîla artêseke ciwanan e. Ciwanan pêşdarî ji Serhildanên Kurdistanê re jî kiriye. Binevş Egal a ku sembola Serhildanên Cizîr-Sîlopyayê hevaleke jin a ciwan e. Heval Berîtan (Gulnaz Karataş) a ku li dij xeta ixanetkarên hevkar birûmet ber xwe da jî ciwan e. Rêheval Zîlan (Zeynep Kınacı) a ku li dijî komploya 6’ê Gulana 1996’an de sekneke pir mezin nîşan da û ya ku Rêber Apo wek “Manîfestoya Azadiyê” pênase kirî jî hevaleke jin a ciwan e.

Têkoşîna 50 salî ya PKK’ê wek têkoşîna ciwantiyê dest pê kir û wisa didome. Di kesayeta Rêber Apo ya şoresger de ruhê PKK’ê ruhekî ciwan e. Çalak, berhemdar, herikbar, dageriner, bandorker û kaşker e.

Herkeke domdar a ciwantiyê ya ber bi PKK’ê ve heye. PKK tevgereke wiha ye ku bi domdarî  ruhê ciwantiyê tê parze dike. Çalakbûn,  çoş û xiroş û azweriya ciwanan PKK'ê her gav zindî û zîrek digire, çalak û têkneçûyî dike. Rêber Apo, rêberekî wiha ye ku ruhê ciwantiyê her baş temsîl dike. Rêber Apo Rêberekî ciwantiyê ye. Piştî şehîdbûna Mahir, Deniz û Ibrahîman li Enqerê yê ku Tevgera Ciwanên Şoresger  Tirkiyê rêxistin kirî Rêber Apo bû. Rêxistinker û avakerê Komeleya Xwendekariya Bilind Demokratik a Enqerê ye. Bêguman, Rêber Apo ye, yê ku ciwantiya Kurd ji nav pencikên metîngeriya qirker derxistiye ye. Yê ciwantî bi jiyana azad, welatê azad û cihana azad daye fêmkirin. Yê ku hişmendi, bawerî, vîn û ruhê azadiyê daye ye. Ciwanên Kurd di şewqa doktirînên Rêber APO de hişmendî û îradeya Azadiyê bi dest xist, bû hêzekî têkoşîna rêxistinî. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê xwe de bi lîstina rola sereke di cihanê de bûn ciwanên herî birûmet, yên herî şanazî pê were kirin û yên herî bandorker.

Rêber Apo nasnameya azad a ciwantiyê ye. Komploya ku li hember Rêber Apo hatî kirin di heman demê de komployeke lo hember ciwantî, nasnameya ciwantî û tevgera ciwantiyê hate peşxistin.

Hate xwestin ku di şexsê Rêber Apo de vîna azadiyê ya ciwantiyê were şikestin û ciwantî dûrî têkoşînê werin hiştin.

Qirkeriya metînger, xwest ku li Kurdistanê ciwantiyeke nezan, bêvîn,bêtêkoşîn, beyaniyê civak û hunera biafirîne. Hêzên komploger fikirîn ku ger Rêber APO bêbandor bike û ruhê ciwanan ê têkoşer û serhildêr tesfiye bike. Lê belê serkeftî nebûn.. Têkoşîna li dijî komployê di pêşengtiya PKK'ê ya ku ciwan dibe û mezin dibe gelê Kurd kire gelê ku di dirokê de herî hişmend,rêxistinî û polîtîk. Rabû asta gelê pêşeng ê şoreşa Rojhilatanavîn.

 
Yek ji sedema pêşxistina Komployê jî astengkirina belavbûna fikirên Rêber Apo bû. Lê belê Rêber Apo di şert û mercên Imraliyê de bi asteke bilindtir dengê xwe gîhande hemu gelên cihanê. Di vê esasê de; Mirov dikare bi çi ve girêbide ku Serok Apo ya li cîhanê bûye hevî?

Rêber Apo ne tenê bi pirsgirêkên gelê Kurd re bi pirsgirêkên ku mirovahiyê re jî têkildar e. Şaristaniya mêrparêz û serwer ya dewlet- desthilatê ya 5 hezar salî dahûrand û rêya çareseriyê ji pirsgirêkên civakî, pergalî, exlakî û polîtîk ên ku mirovahî jiyan dike nişan da. Heyama dawiyê ya 400 hezar salî ya ku asta dewlet- netewe ya şaristaniya desthilatdar- dewletê ye demeke dîrokî ya ku jin, ciwan, zarok , kalûpîr, hemu civak û xweza pêrgî qirkirinê tê ye.

Paradigmaya Rêber APo ya ji bo azadixwez,ekolojîk û demokratîk paradigmaya filitîna mirovahiyê ye. Xwerêvebirina Konfederal demokratik a gelan li hember pergala netew-dewlet a faşîst pergala gel,bawerî,çînên tên pesnandin, nasmeyên cihê yê n civakî, jin û ciwanen e.

Li her dera cihanê mirov, gel, ciwan û jinên ku fikrên rêber APO nas dikin awyekî bêhempa bandor dibine. Çareseriya pirsgirêkan di fikirên Rêber Apo de dibînine. Îdeolojî û fikir encax ji pirsgirêkên gelan re bibîne bersiv têne pejirandin û jiyîn.Ramanên ku mirovahiyê bihêz û bixwedî dikin qet nehatine jibîrkirin, bandora xwe neşikestiye û domderî jiyan kiriye.Di her kêliya dîrokê de ji mirvohiya ku ber xwe dide re bûye jêderka hêviyê û azwerî daye. Tevkariya Rêber Apo ya ji mirovahiyê re jî bi vî awayî ye û hîn jî zêdetir e. Rêber Apo bi tenê hilberîna teorîk û ideolojîk nake, di heman demê de plan,proje,sitratejî û taktîkan bi pêş dixe. Rêgez, amûrên rêxistinê, yên jiyana demokratik û azad entelektuel, exlakî û polîtîk jî derdixiye holê . Puxte û bingeha Sosyalîzm demokratik a ku xwe dispêre Awaya pergala Konfedera bi awayekî herî fêmkerû şênber nîşan dide . Rêber Apo qasî esasên siyaseta demokratik a ku wek karên rojane pênase dike dimeşîne polîtîkaya wan jî dike.Bi qasî doktiriner e piratîker e jî. Rêberekî ku qasî ku dibêje dike û di nav jiyan û têkoşînê de ye.

Îdeolog, kedkar û rêhevalê têkoşîna azadiya jinê ye. Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo bandoreke mezin li jinên herêmê û cîhanê dike. Di dîrokê de ji bilî Rêber Apo, ti serokekî sosyalîst azadiya jinê nexistiye navenda rizgariya civakî. Azadiya Jinê li azadiya çîn û netewê girîngtir û pêşdetir nedît. Rêber Apo di vî warî de mînakek yekane ye. Di derheqê mijara jinêde,ji jinên herî pey îdîa ê rêber û pêşeng zaftir xwedî sekneke îdeolojîk,felsefîk,teorîk,polîtîk û pratîk bû helwest û hewl da. Teorîsyen, îdeolog, kedkar, heval û hevrêya têkoşîna azadiya jinê ye. Ew Rêberek bêhempa ye ku bi azweriya jiyana azad, li dijî cîhana kapîtalîst a bavkanîya serdest a mêr şer dike. Ciwan di ramanên Rêber Apo de azadiyê dibînin. Ramanên Rêber Apo,ciwanên ku di modernîteya kapîtalîst de xeniqîne,tengavî dibin,diterigîn û nikarin rêgerînên xwe re bersiv bibînin re dibe wek hêvî,enerjîyek nû. Ramanên wî rêya jêderketinê nîşan dide. Perspektîfa têkoşînê dide.

Hawirek jiyana azad pêşkêş dike. Ciwanên di lêgerînê de azadiyê,di fikrên Rêber Apo de,di avakirina pergala konfederalîzma demokratîk de dibînin. Ji Têkoşîna azadiyê re,ji çar aliyên cîhanê pêleke mezin a ciwanan heye. Beşek girîng a tevgera ciwanên Kurd,civaka navneteweyî ya gel, bawerî û çandên cihêreng ên herêmê û cîhanê ciwan pêk tînin. Tevgera ciwanan ji sînorên Kurdistanê derbas dibin û derbasî cîhanê dibin. Dibin wek tevgerek cîhanê. Çalakiya meşa dirêj a ciwanên enternasyonalîst ên şoreşger ên li dijî komploya navneteweyî yek ji îfadeyên vê yê herî şênber e. Çalakiya meşa dirêj a bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di vê wateyê de pir girîng dibînim,ciwanên şoreşger ên enternasyonalîst û çalakiya wan silav dikim. Qadên têkoşînê yên ciwanan kolan û meydan in.

Ciwan fedaîyên Rêber Apo ne. Di bingeha vê sloganê de, ciwan û jinên ciwan ên Kurd divê li dijî komploya 15’ê Sibatê,di bingeha pûçkirina komployê de çawa tevbigere û rola xwe çawa bilîze?

Komploya navneteweyî ya bi rengê êrîşên qirkirinê yên topyekûn ên li ser Kurdan dewam dike. Pergala tecrîd û îşkenceya li îmraliyê,parçeyek ji êrîşên qirkirinê ye û berdewamiya komployê ya bi rengê wê yê kûrtir e. Navenda êrîşên jenosîdê îmraliye.

Li ser Rêber Apo zexteke giran tê kirin. Êrîşên şerê taybet ên psîkolojîk her curê wî li Îmraliyê tê pêş xistin. Ciwanên Kurd, jin û mêr, êrîşên qirkirinê yên li Îmraliyê tê kirin
Divê li dijî wê pir bi hêz têbikoşin. Têkoşîna li dijî pergala tecrîd û îşkenceya Îmraliyê têkoşîna li dijî komployê ye. Têkoşîna li dijî komployê, têkoşîna jin û ciwanan a xwedîderketina li jiyana xwe ya demokratîk û azad e. Ciwan hêza xweparastinê ya gelan e. Hêza qirker a faşîst bi şerê di nava sînorên legal de nayê tinekirin. Heya ku têkoşîn li kolanan, qadan neyên girtin, encamên bi bandor nayên bidestxistin. Qadên têkoşînê yên ciwanan kolan û meydan in. Ciwanên Kurd,gava ku kolan û qadên Tirkîyê û Kurdistanê veguhere qada çalakiyê, wê li dijî komplo û faşîzmê bibe têkoşîneke serkeftî. Divê ciwanên Kurd ji faşîzmê re qadên ku bêhn hinde nehêle. Divê faşîzm,her tim bêhna ciwanan li ser stûyê xwe hîs bike. Divê hemû saziyên faşîzmê bibin hedefa ciwanan.

Faşîst ku yek lêdixe,divê ciwan deh lêxe. Eger li Rihayê, li Konyayê yan jî li bajarekî,Kurdek yan jî malbatek Kurd were qetilkirin. Divê Ciwan dihemandemê de û ducarî wê tola wê hilîne. Faşîst û pêkhateyên şerê taybet ên tacîz û êrîşê tecawizê yên li ser jin,ciwan û zarokên Kurd dikin re divê ciwan hemen bedelên herî giran bide dayîn. Destên qirêj ên bi xwîn ên ku digihêjin Kurdan,divê ciwan hemen bişikîne. Ciwan hêza xweparastinê ya gelan e. Hemû ciwanên Kurd,divê xwe wek hêzên parastina gel bibînin, bi vê feraset û mîsyonê xwe bi rêxistin bikin û tevbigerin. Tinekirina faşîzmê wê bibe pîvana serkeftina têkoşîna ciwanan. Niha têkoşîna herî xurt a li dijî komployê, têkoşîna li dijî faşîzm û faşîstan e. Dema ku faşîzm hilweşe komplo wê derbeyek mezin bigire.''