Beşa 7'an a alîkariyên bakûr gihîştin Qamişlo
Beşa 7'an a alîkariyên bakûr gihîştin Qamişlo
Beşa 7'an a alîkariyên bakûr gihîştin Qamişlo
Kampanaya alîkariyê ku ji aliyê saziyên civakî û partiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibûn destpêkirin, didomin. Di çarçoveya kampanayê de îro beşa 7'an a alîkariyê gihîşt bajarê Qamişlo.
Alîkariyên ji Şirnex, navçeyên wê Cizîr û Silopî, navçeyên Kerboran, Nisêbîn û Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, navçeya Farqînê ya Amedê û Êlihê (Batman) hatibûn ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê re derbasî Qamişlo hatin kirin. Alîkariyên bi 20 wesayîtan hatibûn, ji aliyê Heyva Sor a Kurd, Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind a Kurd û Meclisa Gel a Qamişlo ve hatin wergirtin.
Piştî ku li Bakûrê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin û bi zora gel deriyê sînor ê Nisêbînê hate vekirin, ev bû cara 7'an ku alîkariyên Bakûr derbasî Rojava dibin.