Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê, dawî li tecrîdê bînin û CPT bikeve nava liv û tevgerê" tevî dowîzên ji amblema HDP'ê hildan û daxwaza hevdîtinê li rayedarên Wezareta Karên Derve kirin.
Bi navê Wezareta Karên Derve du rayedaran pêşwazî li çalakgeran kirin û anîn ziman ku ew ji rewşa li Tirkiyeyê bi fikar in û rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ji nêz ve dişopînin.
Endama Desteya Rêveberiya Meclîsa Jinên Kurd a Amara Nujeen Ahmed bi navê çalakgeran bi rayedarên Wezareta Karên Derve re axivî û li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan agahî da.
Ahmed bi bîr xist, Leyla Guven a ku ji 7'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye, tevî çalakgerên din ên greva birçîbûnê ji bo jiyanê li ber xwe didin û ji Swêdê xwest, ji bo bidawîbûna tecrîdê bikevin nava hewldanan û mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê.
Ji çalakgeran Latîfe Fegan û Gaffûr Mûhammedî piştre ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan wê heta dawiyê têbikoşin û li Swêdê hevdîtinên xwe yên li ser mijarê bidomînin.