Berxwedêrên li Berlînê piştgirî dan Rojhilatê Kurdistanê

Çalakgerên ku li Berlînê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, piştgirî dan mexdûrên erdhejê yên li Rojhilatê Kurdistanê.

Kurdistanî li dijî karesata lehiyê ya ku gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serûbin kiriye, seferber bûn.

Piştgiriya ji bo kampanyayên alîkariya madî ku ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatine destpêkirin, zêde dibe.

'EM TEVLÎ KAMPANYAYÊ BIBIN'

Şiyar Xelîl, Cemal Kobanê, Mele Mûstafa Tûzak û Omer Bagdûr tevlî kampanya alîkariyê ya Heyva Sor bûn. Çalakgeran bang li Kurdistaniyan û her kesî kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

Welatparêzên Kurd Gulê Varto û Nilo Dersim jî tevlî kampanyayê bûn.

Çalakgerên greva birçîbûnê li komeleya NAV-DEM a Berlînê bi rayedarên Heyva Sor û welatparêzan re civiyan.

Berxwedêran 300 Euroyên ku kom kiribûn dan rayedarê Heyva Sor Kadîr Serhat û bang li welatparêzan kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

Berxwedêran diyar kirin, ev yek di heman demê de li paytext Berlînê destpêkirina kampanya alîkariyê ye û gotin, alîkariya wan a ji 50 heta 100 Euroyî sembolîk in û ew li bendê ne ku ev yek ji bo gelê li Berlînê bibe destpêkek.