Ji bo polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest rabe û rewşa jiyana azad a Ocalan pêk were girtiyên PKK'yî û PAJK'î li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 7'ê Mijdara 2018'an nehate danişîna dozê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû, got, ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan ew ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bike.
Piştî ku Guven dest bi çalakiyê kirî Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê daxuyanî da û got, 27'ê Mijdarê wê çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger dest pê bikin. 16'ê Kanûnê koma pêşî ya girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. 26'ê Kanûnê û 5'ê Çile koma duyan û sêyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.
Her ku diçe kesên ku tevlî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dkin zêdetir dibin. Heta niha li 50 girtîgehê ji 220 girtiyan zêdetir girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine, her wiha li 130 girtîgehê jî grevê birçîbûnê yên bêdawî û dorveger didomin. Li hin girtîgehên ku çalakî lê didome zextên rêveberiyên girtîgehan didomin. Bi taybetî li Girtîgeha Xarpêtê, ku tim bi zext û zordariyan tê rojevê, derkete holê ku çalakgerên greva birçîbûnê û yên endamên DAÎŞ'î, El Nusra û Fethullahî kirine heman beşî.
Parêzer Şeker têkilî rewşa girtiyan ji ANF'ê re axivî. Şeker got piştî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven vê gavê ji hezarî zêdetir girtî di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne û ji 220'î zêdetir girtî jî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
LI GIRTÎGEHAN NÊZÎKATIYA KÊFÎ
Parêzer Şeker ku ji 2 salan zêdetir di nav Komîsyoan Girtîgehê ya Baroyê de dixebite, got, wan heta niha serdana gelek girtîgehan kirine, li ser mijara binpêkirina mafan ew têra xwe serwext in.
Şeker got,''Jixwe di rewşeke wiha de ku li girtîgehan desteserkirina mafan di rojevê de ye, nêzîkatiyên girtîgehan ên li bara protestoyekê ne erênî ne. Helbet ev rewş li gorî girtîgehan diguhere. Lê ji bo giştî jî mirov nikare tiştekî erênî bibêje. Me di raporên xwe de got rêveberiyên girtîgehan li gorî Yasaya Înfaza Cezayê ya bi Hijmara 5275'an naçin. Ev yasa bi çarçoweya parastina mafên girtiyan e. Lê îro li girtîgehan nêzîkatiyên kêfî hene. Nexasim piştî Rewşa Awarte ev nêzîkatî zêdetir bûn.''
GIRTIYÊN DI GREVÊ DE DIXIN HUCREYAN
Şeker li ser Girtîgeha Xarpêtê got, ''Îro li Girtîgeha Xarpêtê ji 16'ê Kanûnê ve 10 girtiyên siyasî ketine greva bêdawî û bêdorveger. Jixwe li wir sîstemeke tecrîdê heye ku jê re 'yek ode' dibêjin. Piştî greva birçîbûnê rêveberiya girtîgehê girtî kirin wan yek odeyan. Yasya Înfazê ya Cezayê dibêje, 'girtiyên ji ber sûcê cuda nikarin bixin heman cihî''. Lê Rêvberiya Girtîheha Xarpêtê çalakgerên greva birçîbûnê yên PKK'yî û yên DAÎŞ'î, El Nusra û Fethulliyan dixe heman beşî. Ev jî zemînê ji provakasyonê re çêdike. Ji ber ku komên bi sûcên cuda, li dijî yên ku ji dosyaya PKK'ê radizin dikevin nav hewldanên provakasyonê. Bi gotinan vê dikin, her wiha ji odeyên xwe tiştan davêjin odeyên ku girtiyên PKK'yî lê ne. ''
Şeker her wiha got li Girtîgeha Trabzonê jî ên di grevê de kiribûn heman hucreyan û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a li Kirikkale û Sîncanê jî heman tişt bûne.
'MALBAT BI FIKAR IN'
Şeker got malbatên girtiyan ji rewşa tenduristiyê ya girtiyan bi fikar in û got, ''Malbat têne cem me serdanê dikin. Malbatin jê bi fikar in. Halê hazir rewşa Leyla Guven krîtîk e. Malbatên kesên di grevê de, bêyî ku ev pêvajo zêde dirêj bibe dixwazin daxwazên girtiyan werin bicihanîn. Ji me jî dixwazin kesên di grevê de werin şopandin û mafên wan ên yasayî werin parastin. Malbata naxwazin nexweşiyên giran bi xizmên wan re çêbibin, dixwazin daxwazên wan zû bi cih werin û bêyî ku tiştek bibe xilas bibin.''