Berxwedêr Koçak tê dermankirin

Mehmet Alî Koçak ku li ser banga Ocalan di roja 96'an de dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî tê dermankirin.

Mehmet Alî Koçak ku 20'ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir piştî banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.

Koçak ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Doktoran diyar kirin ku rewşa tenduristiyê ya Koçak baş e û wê demekê li nexweşxaneyê bimîne.

Koçak daxuyaniyek da û diyar kir ku berxwedan bi ser ketiye û wê têkoşîna xwe bidomîne.

Koçak got, "Têkoşîna me ya ji bo Rêbertî û gelê me wê bi rengekî cuda bidome" û destnîşan kir, jiyana bê Rêbertî wê ti carî qebûl nekin.