21:14
Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje gundê Elke yê Şerayê.
18:06
QSD’ê bîlançoya roja 30’an eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 30’an a ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.
17:38
Li Racoyê 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Li gundê Bililka yê navçeya Racoyê di şerê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-El Kaîde, OSO’yê de, li gorî agahiyên berdest 7 çete hatin kuştin.
17:24
14 şehîdên azadiyê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenaeyê 14 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê yên di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr veşartin.
17:08
Balefirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker navenda herêma Racoyê bombebaran dikin- ANHA
17:05
Hêzên Asayîşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê nasnameya du endamên xwe ragihand ên ku di berxwedana Efrînê de şehîd bûbûn.
Nasnameya şehîdan wisa ye:
Nav û paşnav: Fethî Rifet Seydo
Navê dayîkê: Fatma
Cih û dîroka şehadetê: Şiyê-17’ê Sibata 2018’an
Nav û paşnav:Mistefa Elûş
Cih û dîroka şehadetê: Şiyê-17’ê Sibata 2018’an
16:59
14 şehîdên azadiyê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenaeyê 14 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê yên di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr veşartin.
15:47
Artêşa Tirk a dagirker obusan diavêje gundên Hebo, Sariya, Dimîliya û Badîna yên navçeya Mabata. -ANHA
15:10
Artêşa Tirk a dagirker top avêt gundên Qude û Kara yên navçeya Bilbilê ya Efrînê. Ji ber topbaranê sivîlek birîndar bû.
14:09
12:51
12:42
11:43
Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje zeviyên çandiniyê û darên zeytûnê yên li gundê Tirmûşa yê navçeya Şiyê. Balafirên keşfê jî li ser navçeyê digerin.
11:40
Komîteya Tenduristiyê ya Efrînê wê li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Daxuyanî wê îro bê dayin û tê payin ku belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî bên eşkerekirin.
11:17
Şervanên YPG/YPJ'ê duh li 26 cihên cuda li dijî hêzên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 30 leşker û çete hatin kuştin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wê bîlançoya çalakiyan di nava rojê de eşkere bike.
11:17
11:16
11:16