Çalakiya li Kirikhanê li dijî Navenda Koordînasyonê ya MÎT'ê bû

Eşkere bû, cihê ku şervanên YPG'ê 17'ê Sibatê li nêzî Kirikhanê çalakî lê kirin, biryargeha MÎT'ê ye. Tê gotin, êrîşên li dijî Efrînê ji vê derê dihate koordînekirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku destpêkê got 3 saet, piştre kir 3 roj û dûre got wê di nava hefteyekê de bikeve Efrînê, di roja 29'an a êrîşê de li biryargeha xwe derb xwar.

Şervanên YPG'ê, roja 17'ê Sibatê li nêzî Kirikhan (Qirik Xan) a Hatayê li dijî baregeheke leşkerî ya Tirk çalakiyek kirin. Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku di çalakiyê de 7 leşker mirine û gelek jî birîndar bûne.

Dewleta Tirk ku nekarî çalakiyê veşêre, tenê hejmara birîndarên xwe eşkere kir. Çavkaniyên herêmî yên li Qirik Xanê gotin, hejmara mirî û birîndaran zêde ye.

YPG'Ê LI NAVENDA KOORDÎNASYONA MÎT'Ê XIST

Li gorî agahiyên ku ANF'ê bi dest xistine, avahiya ku berê Febrîqeya Zeytê bû, dema dawî veguherandibûn biryargeha MÎT'ê. Li gorî agahiyan, êrîşên li dijî Efrînê jî ji vir dihatin koordînekirin. Piştî vê çalakiyê ketin û derketina herêmê hate qedexekirin.