YPG nasnameya 3 şehîdên enternasyonal eşkere kir

YPG′ê nasnameya 3 şervanên xwe yên enternayonal ên di Berxwedana Serdemê ya Efrînê û Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya cangoriyan enternasyonal bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

‘BARAN Û KENDAL BÛNE SEMBOLA RUHÊ ŞOREŞGERÎ Û ENTERNASYONALÎST’

"Li hemberî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên ku di bin fermandariya wî de ne, ên li dijî Kantona Efrînê berxwedaniyeke dîrokî tê pêşxistin. Ji şervanên me yên enternasyonalîst hevrê Kendal Breizh û Baran Galîcîa ku li eniya herî pêş yê vê berxwedaniyê cih digirtin, 10'ê Sibatê li eniya Cindirêsê di encama şerekî singesing de şehîd bûn.

Hevrêyên me Baran û Kendal, di serdemeke wiha de ku nirxên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê, ku gelan bi xwîn û keda xwe afirandine rastî êrişên hêzên dagirker-paşverû û qirker tên, bi gelan re mil bi mil tevlî eniya berxwedanê bûn, şoreş û destkeftiyan bi jiyana xwe parastin. Ev hevrêyên me yên ku bûne parçeyek ji vê berxwedaniya bi heybet ya ku têkoşîna me li ser navê rûmeta mirovahiyê li Rojhilata Navîn daye destpêkirin, karîne ku bibin sembolên ruhê şoreşgerî yê enternasyonalîst û têkoşîna demokrasiyê yê Rojhilata Navîn. Hevrêyên me Baran û Kendal yên ku bi hezaran kîlometre ji dûr, ji Fransa û Spanya bi rê ketin û li Rojava tevlî têkoşîna li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê bûn, bi berdewamkirina têkoşîna xwe ya heya kêliya jiyana xwe ya dawî,  biryardariya xwe ya têkoşînê û dilsoziya  xwe ya bi nirxên sosyalîst yên gerdûnî ve îspat kirine.

‘BÛNE PARÇYEK JI TÊKOŞÎNA MIROVATIYÊ YA LI EFRÎNÊ YA LI DIJÎ DAGRIKERAN’

Hevrêyê me Kendal ji Fransa û hevrêyê me Baran jî ji Spanyayê hatine Kurdistanê û di havîna 2017’an de cihê xwe yê di refên Yekîneyên Parastina gel (YPG) de girtine, di vê wexta di nav têkoşînê de bûn de, di wî şerî de ku li dijî paşverûtiya DAÎŞ’ê dihate kirin, rolekî çalak leystin. Di rizgarkirina Reqa û Dêyrezor de ku ji navendên girîng yên DAÎŞ’ê bûn, kedekî mezin yê van her du hevrêyên me çêbûye, di wî şerî de, ku bi mehan ajot de bê navber cih girtin. 20’ê Çilê, bi destpêkirina êrişên artêşa dagirker a Tirk û komên terorîst yên selefî-cîhadî ku piraniya xwe ji El Nusra û DAÎŞ'ê pêk tên yên li ser Kantona Efrînê re, li ser pêşniyarên xwe bi gelek hevalên xwe yên enternasyonalîst re hatine vê herêmê û bûne parçeyek ji têkoşîna mirovatiyê ya ku li Efrînê li dijî êrişên qirker-dagirker têye meşandin. Rêhevalên me Baran û Kendal, wekî ku li Reqa û Dêra Zorê li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dan, li Efrînê jî li dijî van komên terorîst yên ku bi DAÎŞ’ê re heman teqtîk û zihniyetî parve dikin re berxwedanî kirin. Li dijî DAÎŞ’ê ku yek ji tehdîdên herî mezin yê li dijî mirovahiyê pêş ket û li dijî selefîzm û hevparê wî yê fikrî El Qaîde yê ku piştevaniya wî AKP dike, li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê tevlî têkoşînê bûyîn û esas girtina Paradîgmaya Civaka Demokratîk û Azadîxwaziya Jin ya ku bûye tekane hêviya li Rojhilata Navîn ya mirovahiya pêşverû ku di wateya rasteqîn de rêgeza herî bingehîn ya sosyalîzmê a gerdûnî ye, ji aliyê van hevrêyên me ve bi awayekî herî baş hatiye destnîşankirin. Rêgeza me ya ‘’Fêmkirin pêkanîn e‘’ a ku di bingeha feraseta me ya têkoşînê û felsefeya me ya jiyanê de cih digire, di sekna jiyana van rêhevalê me de bi awayekî şênber îfada xwe dîtiye. Wana tiştê ku fêm kirin bi helwesta xwe ya ku li benda pêkanîna henekên din nehêle ve bi berpirsiyartiya ruhê şoreşger ya enternasyonalîst ve bi awayekî herî berbiçav girtin ser milên xwe.

Her wiha hevrêyê me Baran Sason ku ji Holanda ye, di şerê li hemberî DAIŞ ya li herêma Dêra Zorê şehîd ket.

Wekî taybetmendiyeke karakterîstîk a dîroka têkoşîna me û pêwistiya girêdana bi keda hevrêyên xwe ve, heya em tarîtiya El Kaîde ya ji aliyê Tirkiyê û DAÎŞ'ê ve pişgirî dibîne li vê erdnîgariyê bi temamî bifetisînin em soz didin ku şerê hevalên xwe Kendal û Baran berdewam bikin û wekî hinceta têkoşîna xwe ji xwe re esas bigirin. Em di şexsê hevrêyên xwe Kendal û Baran de hemû şehîdên têkoşîna xwe yên enternasyonalîst carekî din bi spasdarî û mînnet bi bîr tînin; em ji malbatên şehîdên xwe, hezkiriyên wan û hemû mirovahiya pêşverû re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Baran Galicia

Nav paşnav: Samuel Prada Leon

Cihê jidayikbûnê: Ourense, 1993

Cih û dema şehadetê: 10 Sibatê 2018, Efrîn

***

Kendal Breizh

Nasnav: Kendal Breizh

Nav paşnav: Olivier François Jean Le Clainche

Cihê jidayikbûnê: Malestroit, 1977

Cih û dema şehadetê: 10 Sibatê 2018, Efrîn

***

Nasnav: Baran Sason

Nav paşnav: Sjoerd Heeger

Cihê jidayikbûnê: Netherland, 1993

Cih û dema şehadetê: 12 Sibatê 2018, Dêra Zor″