Berxwedana Kurdan aboriya Tirkiyê li bin xist?

Şîmşek bi van gotinên manîpulatîf her çendî hewl dabe ku rastiya rewşê berovajî bike jî bêyî hemdê xwe ji hevokên ku bi kar aniye têkiliyeke rasterast a krîza aborî bi şerê dijî Kurdan ve girêdaye.

Weke ku tê zanîn van çend salên dawî li Tirkiyê krîzeke mezin a aborî heye. Her çendî AKP bi çapemeniya ku kontrol dike hewl dide ku vê krîza avaniyê ya aborî veşêre jî ji ber zêdebûna bihayê Dolar û Euroyan a li bara TL’yê û zemên ku her roj hikûmeta AKP’ê tîne ser her tiştî êdî nema dikarin vê krîza aborî veşêrin.

Hikûmeta AKP’ê ya ku polîtîkaya şer a dijî Kurdan ji xwe re kiriye meseleya man û nemanê, ji bo ku têkoşîna azadiyê ya Kurd têk bibe ev çend salên dawî ne mesrefeke zêde li şer dike. Ji ber ku aboriya şer aboriya mezaxtinê ye û tiştekî bi xwe re nayîne û her ji ya heyî dibe quleke mezin di aboriyê de vedike û her ku şer didome ev qula ku di aboriyê vebûyî berfirehtir dibe û piştî demekê tê asteke wiha ku aboriyê wî welatî bi temamî biqurpîne.

Şerê ku hikûmeta AKP’ê bi hemû derfetên dewleta Tirk li dijî Kurdan bi rê ve dibe êdî hatiye rewşeke wiha ku aboriya Tirk bi temamî biqurpîne û aboriya Tirkiyê li binî bixe.

Tê zanîn ku Dolar û Euro li bara TL’yê her roj zêdetir dibe. Dolar 3.9 û Euro 4.6 derbas kiriye. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê  Mehmet Şîmşek derbarê bilindbûna Dolar û Euro li Stenbolê li Kongreya Sermiyanê ya Tirkiyê axivî. Şîmşek bi gotinên manîpulatîf got, ‘’Di têkoşîna dijî terorê de xebatên pir cidî hene. Tirkiye li dijî şokan berxwedaniyeke mezin nîşan daye, aboriya Tirkiyê radibe.’’

Ji vê gotina Şîmşek a bi manîpulatîf jî mirov dikare bigihije wê encamê ku sedema sereke ya ku aboriya Tirk aniye ber hilweşandinê polîtîkaya şer a hikûmeta AKP’ê ye ku li dijî tevgera azadiyê ya Kurd bi rê ve dibe.

Şîmşek bi van gotinên manîpulatîf her çendî hewl dabe ku rastiya rewşê berovajî bike jî bêyî hemdê xwe ji hevokên ku bi kar aniye têkiliyeke rasterast a krîza aborî bi şerê dijî Kurdan ve girêdaye. Girêdana bê hemdê xwe ya şerê dijî Kurdan û krîza aborî nîşan dide ku rayedarên AKP’ê sedema krîza aborî polîtîkaya şer dibînin.

Mirov dikare vê pirsê bike: Gelo aboriya Tirk dikare demeke dirêjtir şerê dijî Kurdan ragire?