'Têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e'

Pîrê Ocaxa Sînemîliyan Suleyman Deprem da zanîn ku Tirkiye kaosa li Sûriyeyê bikar tîne, dijminatiya gelê Kurd dike û ji ber felsefeya jiyana komunal jî dijminatiya Elewiyan dike û got ku têkoşîneke birêxistinkirî û berxwedana gelê Kurd hêviyeke mezin e.

SULEYMAN DEPREM

Pîrê Ocaxa Sînemîliyan Suleyman Deprem li hemberî êrîş û qetlîamên cîhadîstên tundraw ên li Sûriyeyê yên li ser Elewiyan û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser gelê Kurd banga têkoşînê kir. Suleyman Deprem nêrînên xwe yên têkildarî van mijaran ji ANF’ê re anîn ziman û wiha got: “Sermayeya gerdûnî girêdayî Projeya Mezin a Rojilata Navîn hewl dide ku desthilatdariya xwe xurt bike. Rewşa li Sûriyeyê kaoseke mezin e û ev kaos berdewam dike. Tirkiye, Îran û Iraq hewl didin ku ji vê kaosê sûd werbigirin. Nemaze polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku dijminatiya gelê Kurd dike, hewl dide ku vê kaosê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bîne. Lê belê ev hewldanên Tirkiyeyê bêhûde ne û dê teqez Kurdistan ava bibe.’’

ELEWÎ JI BER BAWERIYA XWE HEDEF TÊN GIRTIN

Suleyman Deprem anî ziman ku dijminatiya li hemberî Elewiyan a li erdnigariya Îslamê jî bi temamî ji ber felsefeya jiyana komunal e û wiha pê de çû: “Felsefeya Elewiyan a ku parvekirinê, aştiyê û hezkirinê esas digire, ne di çarçoveya berjewendiyên pergala milkiyeta taybet a kapîtalîst de ye. Ji ber vê yekê ji berê heya niha li Rojhilata Navîn dijminatiya li hemberî Elewiyan hebûye. Ev dijminatî niha xwe li Sûriyeyê nîşan dide. Lê belê hilweşandina rejîma Esad û bidestxistina desthilatdariyê ya ji aliyê DAÎŞ û avaniyên weke wê, nayê wateya ku dawî li kaosa li Sûriyeyê hatiye. Dê ev kaos berdewam bike.”

BERXWEDANA GELÊ KURD BALA HEMÛ CÎHANÊ KIŞAND’

Deprem destnîşan kir ku Tirkiye kaosa li Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne û hewl dide ku polîtîkayên xwe yên dijminatiya li hemberî gelê Kurd û Elewiyan bigihîne asteke din û got: “Li gel vê yekê têkoşîna gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bala DYE û hêzên global kişandiye. Avaniyên kapîtalîst û emperyalîzma DYE’yê xetereya DAÎŞ’ê ferq kirin û ji ber vê yekê piştgiriyê didin berxwedana gelê Kurd.  Ev piştevanî bi demê re rê li ber avabûna Kurdistanê jî vedike. Nêzîkatiyên DYE û Îsraîlê û berxwedana gelê Kurd nemaze ya li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê vê pêvajoyê leztir dike.”

KURD TESLÎMÎ NEDIYARIYÊ NABIN!

Suleyman Deprem bal kişand ser girîngiya birêxistinbûna Elewiyan û hêvîbexşiya berxwedana gelê Kurd û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dewleta ku li hemberî vê rewşê tevgavbûyî û qurf jê re çêbûye, dest bi hevdîtina li gel Kurdan kir û di heman demê de jî gefên xwe didomîne. Lê belê Kurd dê teslîmî vê nediyariyê nebin. Fikreke wiha şaş e. Sedema êrîşên li ser Elewiyan ew e ku yekîtiya Elewiyan a ax, ziman û baweriyê bi awayekî sîstematîk perçe bikin. Elewiyên ku beriya niha li ser axa xwe bi awayekî azad xwe bi rêve dibirin, nemaze piştî 12’ê Îlonê bi polîtîkayên sirgûnkirinê re ji axa xwe hatin dûrxistin.

Bêrêxistinbûna Elewiyan jî rê li ber zêdebûna van êrîşan vedike. Divê Elewî weke serdemên Şêx Bedrettîn, Kalender Çelabî û Pîr Sultan girêdayî xweparastina xwe bin û di warê siyasî, civakî û baweriyê de xwe birêxistin bikin. Lê belê ya niha rewşeke hêvîbexş tine ye. Êrîşên bêperwa yên sermayeyê xwe di hemû qadan de nîşan didin. Lê belê em dikarin bibêjin ku bingeha ku ji aliyê berxwedana gelê Kurd hatiye avakirin, li hemberî vê tabloya reş û tarî hêviyeke mezin e.”