Berxwedana Kobanê ya li Stenbolê mezin dibe

Berxwedana Kobanê ya li Stenbolê mezin dibe

Li Stenbolê, di serî de, li Bagcılar, Sultangazî û Kadıkoyê, li gelek deverên bajêr çalakiyên ji bo Kobanê li dar xistin. Polîsan bi awayeke dijwar êrîş kirin û li gelek cihan jî duman rabû.

BAGCILAR: Girseya ku dixwest li ber avahiya DBP’ê ya li Stenbolê dest bi meşê bike, li rastî êrîşa polîsan hat. Ciwanan bi fîşekên hewayi û kefiran bersiv da êrîşa polîsan.  Hate îdîakirin ku ji avahiya MHP’ê ya navçeyê gule li girseyê hatiye reşandin. Piştî cara duyem polîsan êrîşê girseyê kir, pevçûn dijwar bûn.,

Çalakiyek din ji bo Kobanê li Esenlerê pêk hat. Girseya li Dort Yolê li hev kom bûn, meşiyan ber avahiya AKP’ê.  Girse piştî daxuyaniyê vegeriya cihê meş lê dest pê kiribû û li ber avahiya şaredariyê polîsan êrîşê gel kir.  Piştî êrîşa polîsan pevçûn dest pê kirin.

SULTANGAZÎ: Li Sultangaziyê, piştî êrîşa polîs û komên faşîst, pevçûn dest pê kirin. Ciwanan rê li trafîkê girtin û dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de wesayiteke Şaredariya Sultangaziyê hate şewitandin. Komek nêzî faşîst çûn ber avahiya DBP’ê ya ku 40 kes têde ne û xwestin derî bişkînin û bikevin hundir. Polîsan mudaxeleyê faşîstan nekirin û avahiyê dan ber kevirain.

ESENYURT: bi sedanên kesên li ber avahiya DBP’ê ya Esenyurtê li hev kom bûn dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bijî YPG” qêriyan û pankarta “Em ê AKP’ê di xwîna dirijîne de bixeniqînin” vekirin.  Girseyê ber bi avahiya AKP’ê ya navçeyê ve  dest bi meşê kir û di rê de li rastî êrîşa polîsan hat. Ciwanan bersiv da êrîşa polîsan û li ser rê bend danîn. Heta piştî nîvro jî çalakî berdewam dikir.

KADIKOY: Rêxistinên Jin ên ku sê rojên destpêkê yên cejnê li ser xeta sînor derbas kirin, vegeriyan Stenbolê û çavdêriyên xwe ji gel re ragihandin. Jinên ku li ber avahiya AKP’ê ya Kadikoyê ku ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, li hev kom bûn, peyama “Bi vî rengî aşitî çênabe” qêriyan.” Jinan di çalakiya xwe de dirûşimên dilsoziya bi Kobanê re qêriyan û êrîşên DAIŞ’ê û hevkariya AKP’ê şermezar kirin.

Jinan di daxuyaniya dan de çavdêriyên sînorê Rojava parve kirin û li ber sîrodên Rojava govend gerandin. Jin dirûşima “Bijî Berxwedana Kobanê” qêriyan û rê li trafîkê girtin.  Jinan rêya hêzên polîsên çevîk girtin û piştre xwe gihandin çalakiya li Altiyolê.

SARIGAZÎ: Piştî banga “Ji bo Kobanê berxwedaneke bê dawî” ya HDP’ê, gelê Sarigaziyê jî daketin kolanan. Bi hezaran kesên li ber avahiya DBP’ê li hev kom bûn, ber bi Cadeya Demokrasiyê ve meşiyan.

KARTAL: Girseya ku roja duşemê, li ber Koleja Kartal Ahmet Şîmşek li hev kom bûn û bi molotof û fîşekên hewayi ber bi avahiya AKP’ê ve meşiyan, îro jî di saetên piştî nîvro de, li Neyzen Tevfîk li hev kom bûn. Polîsan êrîşê girseya ku dixwest bimeşe Qada Kartalê kirin.  Lê ji ber berxwedana çalakgeran, şûn de vereriyan. Girse piştre meşiya ber avahiya AKP’ê. Çalakgeran rê li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

ALTIYOL Û GALATASARAY: Her wiha, li Stenbolê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re Platforma Piştgiriya bi Kobanê re hate sazkirin. Tevî endamên HDK/HDP’ê, KESK, TTB, TMMOB, ODP, Halkevlerî û EHP jî tevlî platformê bûn. Platform dê îşev saet di 20.00 de ji  bo Kobanê, li Altiyol û Galatasarayê çalakî li dar bixe