Berxwedana Kobanê di roja 66. de ye

Berxwedana Kobanê di roja 66. de ye

Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, di roja 66. de dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê ku bi çekên ferdî li dijî çekên giran berxwedaneke bêhempa nîşan didin, di demên herî krîtîk de jî rûyê wan her tim bi ken e. Şervanên YPG/YPJ'ê bi şev û roj li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ'ê jî hem bi segvanan hem jî bi hewanan êrîşî bajêr dikin. Di roja 66. de çend wêne ji jiyan û berxwedana Kobanê...

Şervana YPJ'ê, li gel xwe cewrikekî jî ji guleyên çeteyên DAIŞ'ê diparêze.

Şervana YPJ'ê ya li eniyên pêş têdikoş e.

Şervanê YPG'ê yê ber bi çeperên li rojhilat ve diçe.

Kobaniyê ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê bi çekê xaka xwe diparêze.

Kolanek Kobanê. Zarok, extiyar û şervanên YPJ'ê.

Şîlan. Zarokeke ku ti carî ji cem birîndarên YPG/YPJ'yî naçe û hewl dide bersivê bide pêwîstiyên wan.

Di nava şerê li eniya rojhilat de, şervanekî YPG'ê yê di nava xirbeyan de bi lez tevdigere.

Şervana YPJ'ê ya ji deriyê avahiya lê ye, li kolanê temaşe dike.

Kolanek ji eniya rojhilat, ku şer lê giran e. Şer û hilweşîn...

Gelê Kobanê yê li hemberî êrîşên DAIŞ'ê seferber bûye. Extiyarekî Kobanê yê ji bo parastina bajarê xwe ragihiştiye çekê.

Maleke ku şervanên YPG'ê bikar tînin. Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê şervanekî YPG'ê yê di şer de jiyana xwe ji dest daye, nameya wî ya dawî û peykerekî teyr ê bi rengên kesk, sor, zer hatiye boyaxkirin, li gel kalaşnîkovekê.

(Wêne: Ersîn ÇAKSÛ / Îbrahîm ASLAN)