Berxwedana Kobanê di roja 60. de ye

Berxwedana Kobanê di roja 60. de ye

Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 60. de dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çekên giran bi çekên sivik ên ferdî li ber xwe didin, her tim rûken in. Şervanên YPG/YPJ'ê şev û roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin. Çend wêne ji vê berxwedana bi heybet.

Şervanê YPG'ê yê li ser rêya herêma lê şer heye.

Zarokên li herêma Tilşeîrê dimînin.

Jineke ciwan a li ber wesayîta xwe ya li herêma Tilşeîrê firaxan dişo.

Maleke ku dîwarê wê ji ber topa hawanê hilweşiya ye.

Sivîlên li herêma Tilşeîrê, kincê xwe yê şuştî li ber tavê radixin.

Şervana YPJ'ê ya li mewziyê.

Welatiyê ku wesayîta xwe ya ji ber hawan û guleyan rûxiya ye, paqij dike. 

Ji firina ku hem ji bo sivîlan hem jî ji bo şervanên li eniya şer nan lê dixe, wêneyek.

(Wêne: Ersîn ÇAKSÛ/ÎBRAHÎM ASLAN)