Berxwedana Giştî -Selahattîn Erdem
Li Îmraliyê 9 meh û nîv in hevdîtin pêknayin û ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayin girtin.
Li Îmraliyê 9 meh û nîv in hevdîtin pêknayin û ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayin girtin.
Li Îmraliyê 9 meh û nîv in hevdîtin pêknayin û ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayin girtin. Beriya du hefteyan du dîlên ku li Îmraliyê bûn, bi darê zorê sirgûn kirine Silîvriye. Ev yek fikar û metirsiyan zêde dike. Herwiha Nasrullah Kuran û Çetin Arkaş ên ku sirgûnê Silîvriyê bûne dan zanîn ku; ji aliyê wan ve ti pirsgêrîk nînin û sirgûnkirina wan, yekser helwesteke li beramberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Ev yek hemû metirsiyên gelê kurd û hêzên demokrasiyê hê zêdetir dikin. Hevdîtinên parêzeran bi Abdullah Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya niha hatine astengkirin û ji ber ku nikarin hevdîtinan pêk bînin tirs û fikarên xwe bi aşekere tînin ziman. Herî dawî malbata Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan jî metirsî û nerazîbûna xwe destnîşan kirin. Birayê wî Mehmet Ocalan û xwarziya wî, parlementara Riha Dilek Ocalan diyarkirin ku; mafên wî yên qanûnî têne bênpêkirin û ji ber ku hevdîtin nayine kirin, li pêşberî çapemeniyê fikar û metirsiyên xwe anîn ziman.
Baş tê zanîn ku di armanc û hedefa yekemîn a şerê ku Tayyîp Erdogan par di meha Nîsanê de da destpêkirin Îmralî heye. Ji xwe piştî 5'ê Nîsana 2015'an heya niha, ti hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk nehatine. Lewma 9 meh û niv in gelê kurd û hêzên demokrasiyê bêagahîne,piştî sûrgûnkirina du kesan li Îmraliyê çi hate jiyîn û yên li wê derê mane çi bi serê wan hatiye nayê zanîn. Ev rewşe bi tena serê xwe dibe sedem ku gelê kurd bi lezgîn dest bi berxwedaneke giştî bikin.
17 sal in, Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin Îkencê de tê ragirtin û eger jêre were gotin;jibo wê hiqûqek teybet a Îmraliyê hatiye sazkirin.Di hindûrê van 17 salan de tevî tecrîd û îşkenceya psikolojik jî,Rêberê gelê kurd xwe, bi xweliya xwe ji nûde avakiriye, û 17 sal in bi israrek mezin,jibo pirsgêrîk bi riyekê aşîtiyane û demokratik were çareserkirin tekoşîn dike.
Li ser vê esasî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran projeyên çareseriyek aştiyane û demokratîk pêşkeş kir û xwest ku li ser vê bingehê pirsgirêka Kurd çareser bike û a rast jî dixwest ku Tirkiyeyê ji vê xitimandin û bêçarebûna ku dijîn rizgar bike. Di vê çarçovê de ji bo her cûre dialog û mûzakereyan vekirî û amade ye. Eger ku wê aştiyek di navbera Kurd û Tirkan de pêk were, aşkere ye ku qasid û avakarê wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber wê gelê Kurd her tim dibêje; "Qasidê Aştiyê li Îmralî ye". Lê hiqûmeta AKP'ê tekane nûner û qasidê aştiya Kurd û Tirkan re tevahiya têkiliyên xwe qedand û bi dawî kiriye.
Pir zelal e ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ye bi qewimînên giştî ve girêdayî ye. Bi êrîşên şerê teybet ê 24'ê Tîrmehê re , her aliyên Kurdistanê kirine Îmralî û di bin dorpêçkirinê de li her derê tecrîd û îşkenceyek giran heye. Lewra tevahiya gelê Kurd, îşkence û tecrîdek giran a mîna Îmraliyê li her derê dijîn. Ji Îmralî heya Sûrê, ji Cizirê heta Geverê tişta ku niha gelê Kurd dijî, bi aşkere qirkirin an jî jenosîd e. AKP bi qetlîam û koçkirinan re dixwaze qirkirina Kurd a sed sal in berdewam dike, ber bi encamê ve bibin.
Bêguman faşîzma AKP'ê ya şerê giştî û taybet ku li Kurdistanê rê ve dibe, di her aliyan de xwe dispêre pêkanîna qirkirinê. Tecrîda giran û şerê psîkolojik a li Îmraliyê, li Silopyayê hefteyekê li kolanê hiştina termê dayika Taybet, li Sûrê tevî ku hatine kuştin, lê bi hefteyan nayine veşartin û daxwaza mafê spartina axê kirin, li Cizirê nêzî 5 meh in ku gel nikare derkevin derve, teşîrkirina cenazeyê tazî û rût yê Ekîn Wan jî, bi balafiran xerakirina goristanên şehîdan perçeyekê vê plana qirkirina ye.
Diyar bûye ku Hikûmeta AKP'ê şerê teybet û giştî de li dijî gelê kurd di hovîtiyê de ti sînoran nas nakin û hebûna gelê Kurd û tevahiya nirxên wan hedef digirin. Her cûre hêza şer, amûr û rêbazan bikar tînin. Di çaryeka destpêkê ya sed sala 20'an de tişta ku bi serê Ermeniyan aniye, dixwazin niha bi serê Kurdan de bînin. Civaka Kurd a ku ji 40 milyonî zêdetire, li ber çavên cîhanê tine dihesibîne û hewl dide bi rêbazên hovane gelê Kurd qir bikin.
Eger li cîhekê zilm çiqas kûr û berfireh be, divê berxwedan jî ewqas berfireh û kûr be. Zalim çiqas wehş û êrîşker be,divê berxwedan jî ewqas bi biryar û wêrek anjî cesûr be. Êrîşên şerê taybet û giştî çiqas hov be, lazim e berxwedana giştî jî ewqas bi qehremanî be. Li diji zalim û zilmê rêbaza serketinê ya sereke ev e. Jixwe tişta ku îro li Kurdistanê rû dide jî ev e, û pêwiste ev rastiye hê xurttir û zêdetir were jiyîn.
Di pêşiya berxwedana giştî de,bêgûman berxwedan û helwesta Îmraliyê tê.Yên ku dixwazin li diji faşîzma AKPê tekoşînek bi serketî bidin,berî her tiştî divê vê helwest û berxwedanê rast û baş fam bikin.Jiber ku li diji faşîzm û mêtîngeriyê rêbaza herî serfiraz berxwedana Îmraliyê raber dike, taktîk û helwestên rast di vir de derdikevin holê û wisa bûye ku berxwedana Îmraliyê rêveberên AKPê dîn û har kiriye.
Bêguman li diji êrîşên faşîzma AKPê de,di navenda berxwedana giştî de berxwedanê rêveberiyên xweser cîh digrin.Berxwedana dîrokî ya ciwan û jinên kurd ji Surê heya Cizirê,ji Nisêbîn heta Geverê,rêveberiya AKP û nexwazim jî Tayib Erdogan dîn û har dike. Her roj bi gef û êrîşên nû dixwazin,gelê Kurd bi tirsînin û teslîm bigrin.Lê vala ye;jiber ku halî hazir berxwedana rêveberiyên xweser wê jibo Erdogan û Davutoglu bibe goristana wan.
Berxwedana gelê Kurd a jibo rêveberiyek xweser û demokratik,di heman demê de serkeftina vê berxwedanê re,di herkesê de hişyarîbûn û xwedîderketin pêşdikeve.Li Tirkiyeyê daxuyaniya 1128 akademisyenên ku di bin navê "Em nabin hevparê vî sûçî" de eşkerekirin, pêşkevtineke girîng û yek ji wan e.Daxuyaniya mijara gotinê de,bi eşker dibîne û qebûl dike ku hikûmeta AKPê li diji gelê Kurd sûç dikin.Daxuyaniya ku rumeta rewşenbîran temsil dike; Tayyip Erdoğan û Ahmet Davutoğlu dîn û har kiriye.
Li ser vê helwesta insanî û wêrekî ma çi negotin?Ligel ku ew mîna qîrê, reş û tarîne,daxuyaniya herdera ku ji aliyê AKPê ve hatiye tarîkirin ronî dike re dibêjin; "Hêzên Tarî".Tevi ku ew bixwe bermahiyên Ewren û Çîllerin,kesên ku daxuyanî dane weke muswedde anjî rewşebîrên reşnivîs û xayîn bi navdike. Piştî ewqas gef û xeberan jî dema tikes teslîmê wan nebû.bang li YOK û Serdozgeran kirin.Lê ev jî vala ye!Jiber ku hem li Tirkiyeyê hem jî li çar aliyên cîhanê jibo akademisyenan destek û piştevanî hate nîşan dan.
Li diji faşîzma AKPê mînaka herî dawî jî "Banga seferberiyê" ya DBP bû.Her niha de meşa azadiyê ya ji Amedê ber bi Botanê ve bendên AKPê derbas dikin û pêşve diçin.Wisa diyare ku civak û siyaseta demokratik ciddiyeta rewşê û armancên faşîzma AKPê hê nûka fam kiriye.Bêgûman ev famkirineke dereng û lewaz e.Lê belê dereng be jî dîtina tehlûkeyê,jibo afiranadina pêşkevtinên nû gav avêtineke.
Li diji faşîzma AKPê û pêkanînên qirkirinan,ji derveyî berxwedaneke giştî ti rê û çareyên din tine ye.Tecrîd û îşkenceya Îmraliyê,her gotinên Erdogan û Davutoglu, her roj û her seat tiştên ku li Sur û Cizirê têne jiyîn,her qetliam,her sûrgûn û heqeret,bêgûman sedemên berxwedaneke giştî û gelemperî ne.Yên ku vê rastiyê nabînin,anjî dibînin, lê xwe bêdeng dikin û berpirsyariya xwe bi cîh naynin,mafên xwe yên jiyanê wenda kirine.
Jibo hebûn û jiyaneke azad,divê bi biryardariyek mezin tekoşîna li diji faşîzma AKPê werî pêşxistin û pêwiste herkes tevlî vê berxwedana giştî bibe.Tevahiya bajarên Kurdistanê,tax,kolan,divê her der bibe qadên berxwedanê.Di serî de hêzên şoreşger û demokrat,divê herkes û tevahiya saziyan di nava vê berxwedanê de cîh bigrin. Jibo xwe veqetandina ji sistema mêhtînger,her cûre rûbaz werin bikaranîn.Di rewşa îro de,divê her tiştê aidê pergal û AKPê ye, werî boykot kirin û Kurd bi sistemek wiha re jiyankirinê qebûl neke û bide rawestandin.Eger wisa bibe,hem AKP û hem jî pergal wê dinava rojekê de birûxin û têk biçin…
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA