'Berxwedan wê mezintir bibe'

Vedat Gultekîn ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye got, "Heta ku tecrîd bi temamî bi dawî nebe, em ê çalakiya xwe bidawî nekin. Eger pêwîstî pê hebe em ê jî dest bi rojiya mirinê bikin. Rewş bi vî rengî bidome wê berxwedana me mezintir bibe."

Çalakiya grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) dest pê kir, didome. Vedat Gultekîn ê li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Duzceyê, ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

'DI EMRÊ ZAROKATIYÊ DE NEÇAR MA BIXEBITE'

Malbata Gultekîn bi eslê xwe ji navçeya Dihê ya Sêrtê ye û berî 29 salan ji ber zextên giran ên dewleta Tirk neçar ma koçî Edeneyê bike. Vedat Gultekîn ji nava 6 zarokên malbatê yê 5'emîn e. Tevî ku gelekî hez ji xwendinê dike, ji ber pirsgirêkên madî di dema dibistana seretayî de neçar ma xwendina xwe ji derve bidomîne. Gultekîn hem li malê hem jî li cihê kar bi xwendinê hewl da xwe bi pêş ve bibe. Ji boyaxkirina pêlavan heta firotina şêrînahiyê neçar ma di gelek karî de bixebite. Piştre li Edeneyê mîna gelek karkerên Kurd ne li zeviyên xwe, lê li zeviyên xelkê bû karkerê çandiniyê.

Ji dayika xwe re timî digot, "Em çima li cih û warê xwe venagerin. Karê ku em li vir ji xelkê re dikin, çima ji gelê xwe re nakin. Xaka me hîn berhemdar e. Lê li me qedee ye." Gultekîn hesreta xwe ya ji bo Dihê li her deverê anî ziman. Her ku emrê wî zêde bû, têkoşîna wî ya lêgerîa li mafê xwe jî dest pê kir. Di 16 saliya xwe de dest bi karê ciwanan kir. Di 18 saliya xwe de hate girtin û 3 salan li Girtîgeha Kurkçulerê hate hiştin. Piştre ji wir sirgûnî Kirklarelî û Girtîgeha Duzce ya Bolûyê kirin. Gultekîn ji 1'ê Adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye.

'ÊŞKENCEYA GIRAN TÊ KIRIN'

Gultekîn ku li girtîgeha Duzceyê mehên bihurî gelek êşkence lê hate kirin, tevî ku cezayê wî bi dawî bûye û divê bê berdan, ji ber cezayên dîsîplînê berdana wî 13 mehan hate taloqkirin. Dayika Gultekîn Azîze Gultekîn nerazîbûn nîşanî vê yekê da û fikarên xwe yên li ser rewşa kurê xwe anî ziman.

Azîze Gultekîn diyar kir ku ew xwedî li çalakiya kurê xwe derdikeve, çi pêwîste be amade ye ku wê bike û got, "Mehek ji berdana Vedat re mabû, lê tevî vê yekê jî got ku wê dest bi greva birçîbûnê bike. Hevalên wî jê re gotin 'destpêneke' jî wê guh neda kesî. Ew li derveyî vê têkoşîna hevalên xwe nema. Em heta dawiyê li pişt vê çalakiyê ne ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kiriye. Daxwazên wan daxwazên me ne. Zarokên me çawa li ber xwe didin, heta ku encam were afirandin em ê jî li ber xwe bidin."