Berxwedan û têkoşîna Pexşan Ezîzî
Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê biryara darvekirina wê da, ji ber ku parêzvana felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye zêdeyî salek e girtî ye. Pexşan Ezîzî bi berxwedan û têkoşîna xwe dibe pêşeng ji jinan re.
Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê biryara darvekirina wê da, ji ber ku parêzvana felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye zêdeyî salek e girtî ye. Pexşan Ezîzî bi berxwedan û têkoşîna xwe dibe pêşeng ji jinan re.
Rejîma Îranê di van demên dawî de biryara darvekirina Pexşan Ezîzî girt. Li hember vê biryara rejîma Îranê helwest û bertekên gelek aliyan derketin pêş. Alî û kesayetên ku ew biryar şermezar kirin di heman demê de daxwez kirin ku demildest ew biryar bê betal kirin, Ji bo rawestannda wê biryara nemirovane çalakî berdewam in û hemû aliyên demokrasîxwaz, jinên têkoşer û rêxistinên azadîxwaz di helwesta xwe de bi israr in ku ew biryar bê betal kirin. Ji salek zêdetire ku Pexşan Ezîzî ji ber têkoşîna di oxira felsefa ‘Jin jiyan azadî’ de dida hate gitin û bi gelek êşkenceyên fîzîk û derûnî re rû bi rû ma. Piştî ew çend êşkence û zextan, niha li girtîgeha Evîn tê girtin û hukmê darvekirinê lê hatiye birîn. Lê di wan rojên dawî de ew biryar demildest kirine û her kêlî dibe ku rejîma Îranê wê biryarê pêk bîne. Ji bo wê jî berî her tişî bê navber pêwîste bi awayek berfireh û radîkal çalakî û xwedî derketin pêş bikevin. Di wê mijarê de li hember siyaseta Îranê ya darvekirinê di serî de jin û hemû civaka Îranê xwedî sekneke zelal û radîkal bûye. Her wiha di asta navnetewî de jî hişyariyek baş li hember siyaseta dervekirinê ya rejîma Îranê derketiye pêş. Lê ew metirsî hîna berdewam e û rejîmê ti gav paşde neavêtine.
Di serî de di şexsê dayîkên edalet û aştîxwaz de hemû jin û civaka Rojhilat û Îranê sekneke radîkal raber kirin. Çalakiya ku li bajarê serhildêr ê Sine pêş ket ew da nîşandan ku ti kiryar û zexteke rejîmê wê nekare pêşî li deng û daxwazên wan ê azadî û demokrasiyê bigire û ji têkoşînê dûr bike. Civak gihiştiye wê asta zanistiya ku tişteke wenda bike, nîne û bi bawerî û israra di têkoşînê de serkeftinê mîsoger bike. Ji ber piştî ew çend bedel, zext, êşkence, qetil û darvekirinê, bêkarî û birçîbûn jî serê xwe ji wê bê hiquqî û bê edaletiyê re netewîne. Ji bo wê jî berî her tiştî xwedî nirxên xwe derketin di nav civakê de bûye bingeha têkoşîna hevbeş a demokratîk a gel û jinên Îranî. Ji bo wê jî bi vê bîr, bawerî û wêrekiyê ve, xwedî li pêşengên xwe derketin, ji bo xwe weke erkek jiyanî dibînin. Pexşan Ezîzî jî yek ji wan jinên azadîxwaze ku li girtîgeha Evîn di bin wan şert û mercan de bi berxwedanî, têkoşîn û sekna xwe deng û daxwazên hemû jinên Îranê gihand hemû cîhanê. Rejîma Îranê wisa dizanî ku bi girtina wan jinên têkoşer Pexşan, Wurîşe û Gulruxan wê bikare jinan bêdeng, bê rêxistin bike û ciwanan bê pêşeng bihêle. Lê ew siyaseta dewletê di ti deman de serneketiye. Pexşan Ezîzî bê rawestandin li hember hişmendiya mêrsalar a dewletê bi hemû jinên têkoşer ên di girtîgehê de têkoşînek mezin birêve dibin. Wan tirsek herî mezin xiste nav dewletê de lingên pergalê hejandine. Dewletê dema dît ku bi girtin, êşkence û zextan, nekarî bigihije armanca xwe vê carê siyaseta xwe ya sêdarê wek her car wek tehdît û tirs derxiste pêş. Ji xwe tirsa herî mezin dewlet li hember hevgirtin û têkoşîna jinan jiyan dike. Her çend serkut dike ew çend serîrakirin berfireh û rêxistina jinan berfireh dibe û têkoşîn û çalakî jî radîkartir dibin.
Pexşan Ezîzî di temenê xwe yê ciwantiyê de kete nava lêgerîna jiyan azad û li hember hemû siyaseta li dijî jinê, dest bi têkoşînê kir. Ji ber sekna xwe ya têkoşer û azadîxwez ji aliyê rejîmê ve tê girtin û di bin êşkenceyê de tê lêpirsînkirin û bi tehdîtkirinê tê berdan. Ji ber lêgerîna xwe ya jiyanek azad û sekna xwe ya têkoşer û serhildêr nikare li Îranê bimîne. Lê ruxmê ku rêyên din jî li pêş Pexşan hene, tercîha dike ku biçe beşek din a Kurdistanê xebat bimeşîne. Wek Pexşan jî di nameya xwe de dide diyarkirin di lêpirsînê de jêre tê gotin ku çima berê xwe neda Ewropa û çû Kurdistanê? Qaşo rejîmek li dijî pergal û jiyana Ewropa ye, lê ji bo dewletê çûyîna ciwanan a Ewropa baştire heya li welatê xwe bimîne û têkoşîna ji bo mafê jiyan û heqê xwe bikin. Di Kurdistanê de herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê koçberiya ber bi Ewropa heye. Ji ber esas ew siyasetek dewletê ye. Çiqas dûr bin ew çend metirsî kêm dibe ew çend jî heladina çandî li Ewropa li ser ciwanan, hêsan dibe. Lê mixabin gelek ciwanên Kurdistanê bêyî ku bikevin ferqa vê yekê berê xwe didin welatên biyanî. Wek Pexşan dibêje, mijara ku ew dibêjin Ewlekarî ji bo me mijara nasname ye. Jin bûn, Kurd bûn, xwebûn ji bo jina Kurd mijara nasnameyî ye lê ji bo dewletê mijara xeteriya ewlehiya welat e. Ji ber ew welat tenê yê xwe dibînin û yên din ne hemwelatiyên wê welatîne. Ji bo wê jî Pexşan berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û xebatên rojnemevanî dike û piştî ku DAÎŞ êrîşî Rojava dike berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Suriyê. Li wê derê jî wek rojnamevanek di nav kar û xebatan de cih digire û çîroka bi dehan jinan tomar dike, kiryarên ku DAÎŞ li beramber jinan pêk anîne ji raya giştî re eşkere dike û li ser pergala demokratîk û jiyana azad a li Bakur û Rojhilatê Suriyê lêkolînan dike. Di heman demê de wek jinek li hember DAÎŞ’ê şer dike. Piştî ku şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ destpê dike Pexşan berê xwe de welatê xwe, ji bo ku di têkoşîna şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ de cih bigire û xebat bimeşîne. Lê wê carê jî wek berê cihê jinek wek Pexşan li Îranê nîne û tê girtin. Pexşan dema tê girtin rastî gelek êşkenceyan tê. Salek bê ku hukmê wê bê diyarkirin di hucreya takekesî de tê ragirtin û bi her cure kuştin û mirinê tê tehdîtkirin. Piştî ku hukmê darvekirinê lê hate birîn dewlet şêwazê xwe yê şerê taybet dijwar kir û ji bo Pexşan dest ji doz û têkoşîna xwe berde, deruniya dîlgirtiya azadiyê her roj bi nêzîkatiyek nemirovane re rû bi rû dihêlin. Hîna jî di hucra takekesî de tê ragirtin li benda sibehek berê Roj derkeve wê bibin ber benê sêdarê. Her roja Pexşan di hucra takekesî de çavê xwe di nav tarîtiyek vemirî de li sibeha îro vedike. Berê darvekirinê her roj wê deruniyê bi dîlgirtiya azadiyê didin jiyankirin.
Pexşan ew cara yek nebû dikete girtîgehê. Ew hîna di temenê xwe yê ciwantî de rû bi rûyê hemû wan kiryarên dewleta Îranê hatibû. Lê rexmê wê polîtîka û êşkencên rejîmê nekarî bû wê çavtirsî bike û dûrî armanca wê bêxe. Nameya Pexşan ku wek manîfestoyekê ye, hemû nakokiyên xwe û kevneşopiya li ser jin tê ferzkirin, înkara ku li ser Kurdbûnê tê ferzkirin ferq dike û li hember wê serî radike. Raste Pexşan li girtîgehê di bin hemû cure êşkenceyên fîzîkî û derûnî de bi sekn û têkoşîna xwe bi serî rakirina xwe ya li hember dewletê dengê xwe gihande hemû cîhanê. Lê Pexşan xwedî dîrokek dirêj a têkoşîn û serî rakirinê ye. Ew temsîl û dengê hemû jinên ku nekarîn di lêpirsînan de xwe biparêzin, îfade bikin, hemû jinên ku bê darizandin hatine darvekirin, hemû jinên ku hatin kuştin û şewitandin e. Esas Pexşan jî wan hemûyan hîs dike, bi rih û fikir wan hemûyan dibîne û derxistiye zanebûnê ji bo wê jî serî natewîne û di helwesta xwe ya li hember rejîmê de bi israr û biryar e. Wek Pexşan di nameya xwe de dibêje, em ji bo tişta layiq û mezin biçûkin û tên înkarkirin, lê ji bo kiryarê herî mezin ê darvekirinê em yê herî sûcdar û berçav in. Tewan jî mafê jiyana azad e. Pêwîste xwedî derketinek li gor sekin, têkoşîn û berxwedaniya wê ya li girtîgehê û ya derveyê girtîgehê di hêla hemû jinan de derkeve pêş. Têkoşîna di wê astê de ye wê hukmê betal bike û wê azad bibe.
Di şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ de bedelên ku hatine dayîn hemû bû hirs û hêza têkoşîna li beramber rejîmê. Civak, êşa wan bedelên ku daye ji bîr nake û ji bo bigihije armanca xwe jî ji wê girantir jî bedel daye berçav. Ew bedel jî hemû bûne nirx û hemû civaka Îranê bi hemû cudabûn, pêkhateya xwe ya çandî û bawerî li dora xwe kom kir. Ev nirx bûne bingeh û havêna têkoşîna hevpar a gelan. Siyaseta dewletê ya nakokî di navbera gelan de ava dike, bi pêşengtiya jinan hevgirtinek li dora wan nirxan li ser hîma xwe rêxistin kirinê pêş xistin û cihên ku dewlet wek navend diyar kirin gelan bi têkoşîna xwe her der kirin navenda serhildan û têkoşînê. Ew ruh ticar nikare bê serkutkirin jiber bedelên wan hene û ew jî di bîra civakê de her dem wê zindî bimîne. Di pêşengtiya Pexşan û Werîşe de ew ruh li girtîgehê bi hemû jinên ji netew û baweriyên li Îranê rojane berfireh û mayînde dibe. Li hember wê ruhê têkoşîn û berxwedaniyê, ti siyasetên dewletan nikarin bi ser bikevin û berdewam bin.
Li hember wê sekin û ruhê şoreşgerane dewlet benê sêdare wek tehdît û tirs bilind dike. Roj nîne li Îranê darvekirin pêk neyên û hukmê darvekirinê li jinan neyê birîn. Lê heya niha ew benê sêdare nekarî pêşî li têkoşînê bigire. Çawa di salên 1980-88 de bê hejmar mirov hatin darvekirin, heya roja îro jî her kesê ku serî radike li hember bê edaletî û siyaseta dewletê têne darvekirin, lê rexmê hemû kiryarên dewletê jî şopdarên têkoşîna azadî û demokrasiyê roj bi roj mezin dibin û diherikin.
Têkoşerên di girtîgehan de bi têkoşîn û sekna xwe ew mirina bi benê sêdarê vala derxistin. Bi gotina jinên têkoşer ên Kobana berxwedêr ku bûne nobedarê Bendava Tişînê dibêjin, “Em ji mirinê mezintir in ji bo wê em ji top û teyarên dewleta dagirker a Tirkiyê natisin.” Ew rastiya dîrokî ya berxwedaniya jin û civaka Kurdistanê li bember zilm û dagirketiyê îfade dike. Ew ruh di hemû jinên Kurdistanê de wek felsefeya jiyanê lê hatiye û bûye mîrateya civakî. Dema ruh û mejî bi armanc re bibe yek, jiyana mezin her tim mirinê bêwate dike û mirov di bêmirintiyê de manîdar dibe. Ruh û fikra Şîrîn Elemholî li girtîgeha Evîn bi sedan jin xistin li ser wê rêyê. Zeyneb Celaliyan ev 17 sal in li sirgunê û di şert û mercên herî giran de tê ragirtin û rexmê hemû zextên dewletê jî kêliyekê jî dest ji fikra xwe ya azadîxwaziyê bernedaye. Ji ber ew dizanin ku netenê ne, deng û daxwazê bi milyona jinên bindest in. Sîstema mêrsalar ji bo jinan, wek qesabxaneyek lê hatiye û bi qetla jinan pergala xwe li ser linga digire. Her roj bi navê qanunên xwe yên şerîetê jinan qetil dike. Dewlet dizane ku ew ê pergala wî bi têkoşîn û berxwedaniya gelan hilweşe. Ji bo wê jî bi her şêwazê kuştin û darvekirina jinan rewa dibîne.
Her çend zextên derekî li ser dewleta Îranê zêde dibin, Îran jî zext û qedexe li ser civakê jî zêde dike. Lê pêla têkoşîna galan ji zû ve îşareta sor li hember rejîmê nîşan daye. Dewleta Îranê di demên xwe yê herî lewaz û belav de ye. Li hundir potansiyelek mezin a serhildaneke girseyî heye. Heger dewlet benê sêdarê wek tirs û tehdît derxe pêş û guh nede daxwazên jinan û civakê, teqînek mezin a serhildanê li ber deriye. Çawa qetla Jîna Emînî bû destpêka şoreşa ‘Jin jiyan azadî’, berdewam kirina di darvekirinan de jî wê bibe pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ û heya jin û civak jî negihijin armanca xwe wê vê carê ranewestin.
Herêma me di nav şer û guhertinên siyasî û cografî de derbas dibe. Guhertin û dîzayna herêmê jî hemû welatan digire nav xwe. Ti hêzek statukoparêz nikare xwe li ber wan mudaxileyan bigire. Suriye ji ber pirsgirêkên gelan bi rêyên demokratîk çareser nekir rû bi rûyê mudaxeleyê hat. Hema hemû dewletên herêmê rû bi rûyê mudaxaleyên derve hatine. Lê bi ti mudaxaleyek derekî pirsgirêkên gelan nehatin çareserkirin û her ku dem jî derbas bû qirîz hîn kûrtir bûn. Di nav ew çend alozî û rakêşiyan de Îran di wê rewşa xwe ya lewaz de her roj benê sêdarê wek tehdît nîşanî civakê dide. Îran heger bi darvekirina jinên têkoşer ên weke Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî dixwaze metirsiya li ser xwe rake û civakê çavtirsî bike, wê demê wê potansiyela ku di nav civaka Îranê de ava bûye benê sêdarê li wî bizivirîne.
Piştî soreşa gelan a sala 1979 rejîmê bi hêzên xwe yên wekalet şer li derveyê sînorên xwe meşand. Lê êdî hêza şerkirina wan nema, gef û metirsî her ku dem derbas dibe li ser Îranê jî zêde û berfireh dibin. Niha bi peywendiyên dîplomatîk bi hin welatan re û îmze kirina peymanan dixwaze xwe ji wê rewşê xilas bike. Bi taybet di nav wê hewldanê de ye ku carek din peymana çekên nukleerî bi Emerîka re nû bike. Alozî û geşedanên ku li welatên hevsînorên Îranê de tê jiyankirin, bê guman wê raste rast li ser Îran jî bandor bike. Hemû texmîn û şîrove li ser wê yekê ne ku rewşa li Suriyê qewimî wê derbasî nav Îranê jî bibe. Lê li gel wan rewşan a herî zêde pergal xistiye nav tirsek mezin têkoşîna jinan a di girtîgehan de ye. Ku ev têkoşîn bi têkoşîna civakî re bûye yek û berfireh dibe. Gelê Kurd, Beluc, Ereb, Azerî û hwd di hêla rejîmê de her car bi hinek hêcetan rastî êrîşan tên. Herî dawî êrîşa li ser gelê Ereb ê Ehwazê rewşa dewletê ya ku niha di nav de ye, dide diyarkirin. Bi tirsa ku gelê Ereb bi Erebên li herêmê re peywendî çêdike bi dehan kes girtin. Hemû metirsiya li hember xwe xistiye girtîgehê, her tevgerekî ku niha di nav Îranê de rû dide Îranê dêxe nav fikaran. Ji ber bi siyaseta xwe ya qedexe û darvekirinê civak xistiye nav çi rewşê de li ber çav e, li hember wê jî bi awayek herî aşkere hemû gelên Îranê bertek û nerazîbûna xwe nîşan didin. Civak êdî bi qalibên hişk ên dînî, bi hişmendiya zayendîperest a mêrsalarî û netewperestiya yek miletî wek berê nikare bê îdarekirin. Civaka Îranê ew sînorên ku dewletê bi polîtîkayên xwe civak parçe kiriye, gelan bi têkoşîna xwe ji holê rakirine. Niha li tevahiya Îranê jin xwedî li Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî derdikevin. Li Kurdistanê xwedî derketinek pir bi hêz ji jinên têkoşer ên wek Gulroxê Îrayî û Nergiz Mihemedî heye. Esas dewlet netewên ku li ser hîmên bîrdoziya netewperestî û zayendperstî ava bûne, êdî nikarin xwe li ber têkoşîna gelan a demokratîk ragirin. Rewşa Rojhilata Navîn li ber çavê dinyayê ye. Di serî de gelê Kurd hemû gelên herêmê, rejîmên ku xwe ji guhertinên demokratîk re girtine qebûl nakin. Mînaka herî nêz rewşa Rejîma Esed e. Hêzek wek HTŞ ku ti resmiyeta wî di siyaseta herêm û cîhanê de nebû, rejîma Esed rûxand. Dewletên mutefîk ên bi rejîma Esed re nekarîn pêşî li wê rewşê bigire û xwedî li Beşar Esed derkeve. Ev yek wê dide diyarkirin ku rewşek li hember Îranê pêş bikeve, kesek ku hewara Îranê de bê nîne. Ji bo wê projeya çareseriya demokratîk a xwecihî bi gelan re rêya derketina ji rewşa bi qeyrane.
Lê di wan salên derbasbûyî de yê herî zêde pêşî li çareseriya xwecihî li Suriyê jî girt Îran bû. Îran ne bixwe rê li ber çareseriyek demokratîk a pirsa Kurd vedike, ne jî destur dide ku li beşek din ew pirs bê çareserkirin. Li Suriyê heman tişt kir. Niha pêşketinên ku li herêmê li ser pirsa Kurd jî pêş dikevin Îran ji bo pêşî lê bigire û têkoşînê ji hev qut bike civak Rojhilatê Kurdistanê bi darvekirinê tehdît dike. Lê di wê rewşa niha berçav de pêwîste Îran jî di serî de siyaseta xwe ya hundir ber çav re derbas bike û rê li ber çareseriya xwecihî ya demokratîk di serîde bi gelê Kurd re veke.
Jin her roj gelek bedelên giran didin û bi gelek dijwariyan re rû bi rû tên. Ji koçberî, kuştin, mexduriyeta şer, destdirêjî û darvekirinan re rû bi rû dimînin. Herî zêde qada hiquqî kuştin û darvekirina jinan rewa dike. Bê hiquqiya li ser jin a li Îranê tê jiyan kirin, di kêm welatan de heye. Hemû qada jiyana jinan bi qanûn û yasayên zayendîperestî û şerîetê ve hatiye dorpêçkirin. Bi salane jin li dijî hîcaba îcbarî têkoşîn dikin. Bi wê hicaba şekîl hemû ruh û fikara jin a azadîxwaz ditepisîne û dorpêç dike. Her car ji bo biryar û qanuna hîcaba îcbarî rewa û mayînde bike, rupûşek nû jê re dibîne. Rejîm wek çekek bîrdozî wê li beramber jin bikar tîne. Helwesta keça ciwan a li zanîngeha zanist û lêkolînê li paytexta Îran Tehranê Ahu Deryayî li hember hişmendiya mêrsalar a dewletî serî rakirinek bû. Ew helwest êdî xala dawî ya li hember mudaxeleya li ser cil û bergên jinan bû. Lê mixabin, tişta rejîmê kir çi bû? Gotin, ku xwedî nexweşiyên derûnî ye! Bi wê şêwazê li her derê kilînîk danîn, jinên ku cil û bergên wan ne li gor qanûnên şerîetê bin wê di wan kilînîkan de tedawiya derunî bibînin! Ahu Deryayî li hember îdolojiya dewletê serî rakirinek kir. Ew rastiya zihniyeta dewleta Îran a li hember rastiya jin û civakê ye. Her ku dewlet bi qedexeyan û zexta bi ser jinan de diçe, ew çend jî jin bi çalakiyên radîkal bersiva polîtîkayên dewletê didin.
Lê rojane bi dehan keçên ciwan rastî wan zext û serkuta polîsên dewletê yê geşta irşad tên. Ew wek qîrînek ku li hember hemû mudaxeleya siyaseta dewletê ya li ser jinan helwesta xwe raber kir. Di hêla jinan we jî tişta ku bê kirin hevgirtin û rêxistin kirinek hîn berfireh, bingehîn û bi berdewamî pêwîst e. Di dîroka nêz û dûr de gelek jinên ciwan li hember kiryarên bi wî avayî yên dewletê, xwe parastine û heya dawî li jiyana xwe jî anîne. Lê ya esasî helwest û têkoşîna yekkesî zivirandine rêxistinek girseyî û berfireh. Raste jin serî natewînin, xwedî helwest û çalakiyên gelek radîkal in, lê heger rêxistin nebin wê jinên têkoşer negihijin aramanca xwe. Esas li her bajarek din jin li her park û meydanekê kom bibin li ser deruniya dewletê ya nexweş nîqaşan pêş bêxin. Qeyrana ku rejîm jiyan dike çawa derbasê nav jiyana jinan dike, nîqaşên wê bikin, rê û rêbazên têkoşînê ku çawa wê sîstemê derbas bikin û xwe rêxistin bikin diyar bikin. Yên ku di kilînîkan de bêne tedawîkirin ew polîsên ku wan kiryaran dikin bixwene. Jiyana Ahu Deryarî hîna di xeteriyê deye. Ew xeterî di şexsê Ahu Deryarî de li ser hemû jinên ciwan ên di zanîngehan û di nav malê de heye. Ji bo wê jî her mijarek jin dema li Îranê dibe rojev heya ronî nebe pêwîste jin ranewestin.
Jin li Rojhilata Navîn bi felsefa ‘Jin jiyan azadî’ gav bi gav di her qada jiyan û xebatan de şoreşên zihnî û çandî pêş têxin. Lê wek jinên têkoşer jî em bizanin ku siberoja her welat û gelekî jî bi têkoşîna azadiya jin ve girêdayî ye. Wek tevgera jina Kurd ku kurewî bûye û bandorê li hemû jinên cîhanê dike, li derdora têkoşîna azadiya jin kom dike. Jina Kurd û Kurdistanî hem li hember destdirêjî û dagirkeriya li ser Kurdistanê şer dike û li berxwe dide, hem jî li hember hişmendiya mêrsalar a zayendîperest têkoşîn dide meşandin. Serxistina têkoşînê di her du eniyan de wê ji bo hemû jinan û mirovahiyê bibe derketinek nû.
Piştî şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ jina Kurd û hemû jinên têkoşer ên Îranê ji hemû deman bi hêz û bi rêxistintir in. Dewletê li hember vê yekê jî darvekirina jinan zêde kir, kiryara ne mirovane wek tirs û xofek li hember jinan bi kar tîne. Jina Kurd xwedî mîrateyek dîrokî û çandî ya berxwedan û têkoşînê ye. Heya niha ti gef û kiryaran nekariye pêşî li xwe rêxistinkirin û têkoşîna wan a azadiyê bigire, dê ji wir û şûnve jî nekarin vê yekê bikin. Zeyneb Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî îspata vê yekê ne. Pêwîste hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hevgirtinek demokratîk têkoşîn û çalakiyên bi ruhê berxwedanê, ji bo pêşî girtina darvekirinan û guhertinek demokratîk berdewam bikin. Pexşan Ezîzî sembol û pêşenga têkoşîna azadiya jinên Îranê ye, temsîla çanda berxwedaniya dayî da xwedawenda roja îro ye. Jinek ku ew çend têkoşîn û berxwedana wê civakî bûye, bi darvekirina wê jî dê civakek li beramberê xwe bibîne. Rejîm bi darvekirina Pexşan Ezîzî tiştekê ku qezenc bike nîne, berovajî wê bi pêkanîna wê biryarê, kêliya ku tê gotin dê tiştek li Îranê biqewime dê rû bide.