Berxwedan li Marmara didome
Berxwedan li Marmara didome
Berxwedan li Marmara didome
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ en li dijî Kobanê li Stenbolê di navbera gel û polîsan de ku pevçûn didomin, welatiyên ji aliyê nîjadperestan ve hatin birîndarkirin tên tedawîkirin. Li Yalova û Bursa ku polîsên sivîl di dewrê de ne berxwedan didome.
KUÇUKÇEKMECE
Pevçûnên li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ku danê êvarî destpê kirin bi hemû dijwariya xwe didomin. Bendên li ser cadeyên Şahîn, Guvercîn û Florya ku hatin şewitandin li hemberî bombeyên gazê û ava şid a polîsan gel bi fîşekên hewayî, Molotof û keviran bersiv dide. Bi hezaran welatiyên derketine kolanan piştgiriyê didin berxwedêran. Helîkopter jî li ser taxê digere.
ESENYURT
Welatiyê bi navê Kabîl Oyaytutan ê danê êvarî li Esenyurt di êrîşa komên faşîst de birîndar bû, li beşa lezgîn a Fakulteya Tibê ya Çapa tê tedawîkirin. Hat ragihandin ku rewşa Okyayutan girane.
SULTANBEYLÎ
Li Sultanbeylî jî êrîşên polîs û faşîstan didomin. Hat ragihandin ku rewşa Kenan Karaoglu yê di êrîşa polîsan de ji milê xwe birîndar bû baş e. Di pevçûnên tevahiya şevê de 3 kesên ji aliyê polîsan ve hatin birîndarkirin li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Marmara tên dermankirin. Hat diyarkirin ku rewşa Fesîh Eroglu (55) yê ji aliyê faşîstan ve hat linckirin girane. Pevçûnên li Qada Sultanbeylî didomin.
BURSA
Pevçûnên li taxên Yavuz Selîm, Ulus û Emek ên navçeya Osmangazî ya Bursa didomin. Hat ragihandin ku welatiyê bi navê Emrah Işik li Taxa Emek ji aliyê polîsên sivîl ve bi guleyan hat birîndarkirin. Hat destnîşankirin ku li taxên ku pevçûn rû didin polîsên sivîl bi komên faşîst ên di destên wan de çek û dar hene digerin.
YALOVA
Li Yalovayê 40 welatiyên di avahiya bajêr a DBP’ê de asê man hatin tehliyekirin. Li Taxa Baglarbaşi ya girêdayî navendê jî pevçûn didomin. Polîs li hember polîsan xwe bi keviran û bendên danîne berxwedana xwe didomînin. Polîsan gelek kesên ku binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr a Yalova.