Berxwedan geş dibe 291 girtî di greva birçîbûnê de ne

Li dijî tecrîdê li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê berbelav dibin. Hejmara gitiyên ku ketine çalakiyê bû 291.

Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemêrgê ya Leyla Guven destpê kirî, li girtîgehan berbelav dibe.

Çalakiya Leyla Guven kete roja 90'î, ya koma ji 25 kesan pêk tê ku 16'ê Kanûnê li 10 girtîgehan dest bi grevê kirin kete roja 52'an, a koma ku ji 10 kesî pêk tê û li girtîgehan 17'ê Kanûnê destpê kirî kete roja 51'ê, ya koma sisêyan ku li 13 girtîgehan bi tevlêbûna 35 girtiyan destpê kirî kete roja 42'an. Çalakiya ku girtiyekî 27'ê Kanûnê dayî destpêkirin kete roja 41'an. Her wiha 28'ê Kanûnê li girtîgehekê 11 girtî dest bi grevê kirin û ew jî kete roja 40'î. Çalakiya ku 2'yê Çile girtiyekî dayî destpêkirin kete roja 35'an, çalakiya ku 5'ê Çile li 26 girtîgehan bi tevlêbûna bi sedan girtiyî destpê kirî kete roja 32'an.

Çalakiya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û wekîla berê ya HDP'ê Selma Irmak 15'ê Çile dane destpêkirin kete roja 21'ê.

ÇALAKIYÊN KU PIŞTÎ 17'Ê ÇILE DEST PÊ KRINI
Her wiha piştî 17'ê Çile jî hinek girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Navê girtiyan û girtîgehên ku lê dimînin wiha ne:

17'Ê ÇILE
Girtîgeha Tîpa  ya bi Hejmar 1 a Îzmîr-Kiriklar: Erdal Polat, Samî Ozturk û Abdullah Oral.

27'Ê ÇILE
Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhane: Huseyîn Bîngol, Hamza Arzûman, Reşît Îlhan, Îmdat Bîngol, Halîl Oztek.

28'Ê ÇILE
Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Tekîrdagê: Ramazan Ozlu, Velat Duman.