Bersûc Guney li rexmî fîrarbûye çawa kariye bê Tirkiyeyê?

Bersûc Guney li rexmî fîrarbûye çawa kariye bê Tirkiyeyê?

Çiqas diçe mijara komkujiya 3 jinên Kurd yên şoreşger zelaltir dibe. Bersûcê komkujiya Parîsê Omer Guney ku rexmî fîrarbûye jî kariye bikeve Tirkiyeyê û biçe.

Piştî 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di 9’ê Çileyê de li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bersûc Omer Guneyê hate binçavkirin. Her dema ku diçe hinek tiştên din derdikevin holê. Li gorî nûçeya Yenî Şafakê li rexmî ku bersûc Guney fîrar jî bû kariye bikeve Tirkiyeyê û biçe. Hate diyarkirin ku, ji bersûc Guney di meha Kanûna 2008’an de leşkertiya xwe tecîl kiriye û di Kanûna 2011’an de jî bidawî bûye. Li rexmî vê qaçaxtiya leşkertiyê jî kariye bikeve Tirkeyeyê û neyê girtin.

Rayedarên Tirk ku pesnê îstîxbarata Tirk didin û dibêjin “bêy wan çûkek jî nikare bifire”, wê demê çawa bersûc Omer Guney çawa kariya bi hêsanî bêy ku tirsa girtinê hebe ji deh caran zêdetir bikeve Tirkiyeyê û li Çankaya Enqereyê bimîne. Ev cihê gumanê ye.