‘Bersiva pêwîst em ê 24’ê Hezîranê bidin ên me înkar dikin’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di mîtîna HDP’ê ya li Geverê hate lidarxistin de axivî û got: “Em ê bersiva herî mezin piştî du rojên din bidin ên ku me îmha dikin, înkar û ji nedîtî ve tên.”

Mîtîngên HDP’ê yên di çarçoveya xebatên hilibijartina 24’ê Hezîranê de didomin. Li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlîbûna hezrana ve mîtîngek hate lidarxistin.

Bûldan a di mîtîngê de axivî ev tişt gotin:

“Dîroka vî gelî her tim bi êş û qetlîaman tije ye. Her dengê hûn bikar bînin, êdî wê ne ji bo dîrokeke tarî ji bo siberojeke ji aştiyê tije be.

Gever bajareke aştiyê ye. Welatiyên li vir dijîn her tim ji bo aştiyê têkoşîn kirine. Her demê alîgirên aştiyê ne. Lê desthilata AKP’ê 16 sal in, zilm li Gever, ciwanên gever û jinan kiriye. Her demê xwestine dest danin ser vîna we. Nûner, hevşaredarên we girtine.

Bêmafiya herî mezin li we kiriye. Siyasetmedar avêtin girtîgehan, ji bo şaredariyê qeyûm wezîfedar kirin. Wan qeyûman êrîşî hemû nirxên gel kirin.

Ev erdnîgarî êdî şer û xwînê naxwaze. Dayik êdî naxwazin bigirîn. Her kes alîgirê jiyana wekhev e. Ev xak mafê jiyana hevpar dixwaze. Ji bo vê HDP heye. Ji bo vê Demîrtaş heye.

Selahattîn Demîrtaş xistine nava 4 diwaran û ev hişmendî wiha dizanin ku dengê Selahattîn Demîrtaş naçe ti derî. Lê îro em dibînin li Geverê hemû kes bûne Selahattîn Demîrtaş.

Selahattîn Demîrtaş bûye xewna bi tirs a Recep Beg. Her şev Selahattîn Demîrtaş di xewna xwe de dibîne. Ji bo wê jî nizane çi dibêje. Li her cihê diçeyê diaxive û derewan dike. Lê bi heqe miroveke weke Demîrtaş di xewna xwe de dîtin ne tiştekî hêsan e. 2 rojên din wê van xewnan bibîne û piştre wê Selahttîn Demîrtaş li pêşberî xwe bibîne.

Em ê bersiva pêwîst piştî du rojên din bidin desên ku me îmha dikin, me înkar dikin û ji nedîtî ve tên.. Em ê 2 rojên din sebir bikin. Piştî 24’ê Hezîranê wê ev welat ji Rewşa Awarte, BHQ, zextan û zoriyan rizgar bibe û wê bi hevre pêşerojekê ava bikin.

Baweriya me bi gelê Geverê heye. Em dizanin ku wê gelê Geverê roja hilbijartinê biryara xwe ya rast bide. Lê divê kesên ku dengê xwe nede me hûn qane bikin. Wê di sindoqan de HDP û Demîrtaş derbikeve. Hûnê Leyla Guven, Zeydanoglû û Saît Dede yî derbêxin. Em hevalên xwe emanetî we dikin. Çavê me li paş namîne. Wê gelê Geverê tişta pêwîst bike. Wê gelê Geverê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de serkeftina mezin îmze bike.”