Di ser komkujiya 10'ê Cotmehê re ku li Enqereyê hate kirin, 2 sal derbas bûn. Ji ber êrîşa xwekujiyên bombeyî yên DAIŞ'ê, 102 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî seqet man.
Di encama lêpirsînê de hate tespîtkirin ku êrîş ji aliyê endamên DAIŞ'ê Yûnûs Emre Alagoz û yekî ji Sûriyeyê ve hatiye kirin. Yûnûs Emre Alagoz kekê Şeyh Abdurrahman Alagoz bû, ku birayê wî 3 meh beriya komkujiya Enqereyê li Pirsûsê êrîş kiribû û bûbû sedema mirina 34 kesî. Sala 2013'an, hin malbatên li Semsûrê ji emniyetê re ragihandin ku zarokên wan tevlî DAIŞ'ê bûne û li ser vê yekê, birayên Alagoz jî ji aliyê teknîkî ve hatin şopandin. Di Adara 2015'an de, yanî 7 meh beriya êrîşê, axaftina bi rêya telefonê ya birayên Alagoz hate tespîtkirin ku di vê axaftinê de xatir ji hev dixwestin. Ev axaftin di heman demê de nîşaneya amadekariyên ji bo çalakiyê bû. Wekî din, di raporên emniyetê de tê destnîşankirin, ku 22 roj beriya 10'ê Cotmehê wê DAIŞ çalakiyên mezin bike. Tevî van hemûyan jî di 'Mîtînga Aştiyê' de 102 kes hatin kuştin. Di dîmenên dawî yên doza komkujiyê de dihate dîtin, ku êrîşkar bi hêsanî ketin qada çalakiyê.
Rûniştina 5. a doza Komkujiya 10'ê Cotmehê, di navbera 24-25'ê Îlonê de li 4. Dadgha Cezayê Giran hate dîtin. Ji parêzerên 10'ê Cotmehê Eylem Sarioglû, bûyerên ku di nava van du salan de qeiwmîn û pêvajoya darizandinê ji ANF'ê re nirxand.
LÊPIRSÎN HATE VEŞARTIN, BI XURTÎ NEHATE MEŞANDIN
Sarioglû diyar kir, ku hê di roja destpêkê de ew bi gotina 'Heta ku berpirsyarên komkujiyê hesab bidin, em ê têkoşîna xwe bidomînin' dest bi têkoşînê kirine û ji destpêkê ve ji bo cihhatina edaletê wan hemû gav avêtine û ketine nava hewldanên berfireh.
Sarioglû qala pêvajoya darizandinê kir û bi bîr xist, ku 9 meh piştî 10'ê Cotmehê gilînameyek danîne pêşiya wan û di vê gilînameyê de hat îdîakirin ku qaşo emniyetê ev komkujî ronî kiriye. Sarioglû got, "Karê destpêkê yê dadgeriyê piştî komkujiyê kir, girtina biryara nepenîtiya dosyayê bû. Û di vê demê de destûr nehat dayin ku em xwe bigihînin dosyayê. Di nava pêvajoya qebûlkirina gilînameyê û raikrina biryara nepenîtiyê li ser dosyayê de, mixabin lêpirsîneke xurt û bi bandor nehate meşandin."
'DIVÊ WEZÎFEDARÊN CEMAWERIYÊ BÊN DARIZANDIN'
Sarioglû destnîşan kir, ku ji bo darizandina wezîfedarên cemaweriyê, ew bi israr in û got, "Pêwîste berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê bi sê pêvajoyan bê nirxandin. Ya yekemîn; beriya komkujiya 10'ê Cotmehê, ya duyemîn dema komkujiyê û ya dawî jî piştî komkujiyê. Beriya komkujiyê, DAIŞ'ê xwe bi hêsanî li Dîlokê bi rêxistin dikir, bi cih dibû. Lewma şert û merc ji bo pêkanîna vê komkujiyê hate afirandin û derfet ji wan re hate dayin."
Parêzer Sarioglû anî ziman, ku roja komkujiyê, Walîtiya Enqereyê û Midûriyeta Emniyetê tedbîrên pêwîst nekirine û ji ber vê yekê, ji teqîna êrîşkarên bombeyî berpirsyar in. Sarioglû bi bîr xist, ku roja komkujiyê jî polîsan bi maşîna zirxî ya bi tîpa akrep bi ser gel ve ajotin, gaza îsotê li hemberî gel bi kar anî û êrîşî mirovên hewl didan alîkariyê bidin birîndaran kirin. Ev jî berpirsyariya wan radixe pêş çavan."
AMBÛLANS LI CIHEKÎ KU BI KÎLOMETREYEKÊ DÛRE, SEKINIYE
Eylem Sarioglû ragihand, ku wan di rûniştina herî dawî de pêşkêşî dadgehê kirine ku personelên tenduristiyê jî bi heman rengî dest li birîndaran newerdane û got, "Personelên tenduristiyê dest li birîndarên ku ji êşa dinaliyan wernedan."
Sarioglû diyar kir, ku piştî teqînê piraniya ambûlansan li cihekî ku bi kîlometreyekê dûrî qadê ye, sekinîbûn.
DOZGERIYÊ NEHIŞT KU LÊPIRSÎN BÊ VEKIRIN
Parêzer Sarioglû diyar kir ku wan hem ev dane, hem jî delîlên dawî pêşkêşî dadgehê kirine, lê tevî ku hatiye îspatkirin ku Emniyetê û personelên tenduristiyê wezîfeya xwe bi cih neanîne jî wezîfedarên cemaweriyê nehatine darizandin. Sarioglû da zanîn, ku berpirsyarên komkujiyê tên parastin û dozgeriyê jî destûr nedaye wezîfedarên cemaweriyê yên di komkujiyê de berpirsyariya wan heye, bên darizandin.