Berpirsyarê El Qaîdeyê bû namzetê AKP'ê

AKP'ê Osman Nûrî Gulaçar ku ji berpirsyariya Wanê ya El Qaîde hatibû girtin kire namzetê xwe.

AKP navên skandal ji bo hilbijartinê kire namzetên xwe. Yek ji van jî Osman Nûrî Gulaçar e ku li Wanê di rêza pêşî de namzet nîşan da. Gulaçar 2009’an ji berpirsyariya El Qaîde ya Wanê hatibû girtin.

Ji bo Gulaçar ku bi gotinên nefretê tê naskirin, Erdogan gotibû, ‘’Mirovekî pir paqij e’’.

Gulaçar dema 2014’an bûbû namzetê Serokê Şaredariya Mezin a Wanê ji ber sedema bûyerên ku tevlê bûbû, gelê Wanê pir jê bi hêrs e. Di hilbijartinên bihurî de zêrevanên wî li dijî gel gule reşandibû. Her wiha alîgirên wî bi çek, dar û keviran êrîş biribûn ser bûroyên BDP’ê.