Bernameya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin

Bernameya hilbijartina serokkomar û parlamenteran ku wê 14’ê Gulanê were kirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Bernameya hilbijartinê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, wiha ye:

18’ê Adarê: Roja destpêkirina bernameyên hilbijartinê.

12’ê Adarê: Lîsteyên hilbijêran wê werin daliqandin.

24’ê Adarê: Roja dawî ji bo radestkirina protokola tifaqê ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind re.

31’ê Adarê: Wê lîsteya namzetê ya serokkomar were teqezkirin û dema propagandayê dest pê bike.

2’ê Nîsanê: Wê lîsteyên hilbijêran ji daliqandinê werin derxistin. Wê roja 3’ê Nîsanê biryar li ser îtîrazan werin dayîn.

12’ê Nîsanê: Li hundirê welêt û li derveyî welêt, wê sindoq û cihê ku hilbijêr lê deng bi kar bînin, were diyarkirin.

19’ê Nîsanê: Wê lîsteyên namzetiyê yên parlamenteran werin teqezkirin.

27’ê Nîsanê: Deriyên gumrukê û xebata dengdayînê ya ji derveyî welêt, wê dest pê bike.

9’ê Gulanê: Xebata dengdayînê ya ji derveyî welê wê bi dawî bibe.

13’ê Gulanê: Wê propagandaya hilbijartinê bi dawî bibe.

28’ê Gulanê: Eger namzetên serokkomariyê di tûra yekem de têra xwe deng nestînin, wê hilbijartinên tûra duyem werin kirin.