Beriya serdana Hollande bazara Fransa-Turkiyeyê
Beriya serdana Hollande bazara Fransa-Turkiyeyê
Beriya serdana Hollande bazara Fransa-Turkiyeyê
Beriya ku Serok Komarê Fransayê François Holllande serdana Tirkiyeyê bike, di asta musteşariya Wezîrên Derve yên herdu welatan de dê îro birûnin ser maseyê.
Hate ragihandin ku, Musteşarê Wezareta Derve ya Tirk Ferîdun Sînîrlîoglû û hempîşeyê wî Pierre Sellal îro beriya serdana Hollande yê Enqereyê dê mijarên navbera herdu welatan de binirxînin.
Di derbarê mijarên bên nîqaşkirin de daxuyanî nehate dayîn, hate ragihandin ku sê jinên siyasetmedar yên Kurd ku li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin, têkildarî wê lêpirsîna ku berdewam dike dê bê destgirtin.
Rojevên hevdîtinê yên tên zanîn jî, di pêvajoya endamtiya Tirkiye ya YE’yê de vetoyên ku Fransayê danîne ser fasila û rakirina wane.
Di rewşa niha de Fransayê di hevdîtinên endamtiya tam ya Tirkiye-YE’yê blokaj daniye ser 5 fasilayan.
Hate ragihandin ku, di bazarê de Fransayê jî ji Tirkiyeyê xwestiye ku îhaleya santralên nukleerê yên dê li Tirkiyeyê bên çêkirin bidin fîrmayên Fransayê.