Beriya serdana Gul li Stocholmê liv û tevger
Beriya serdana Gul li Stocholmê liv û tevger
Beriya serdana Gul li Stocholmê liv û tevger
Beriya ku Serok Komarê Tirk Abdullah Gul dê heftiya bêt de serdana Swêdê bike li Stocholmê liv û tevger zêdebû. Konfederasyonên karker, memûr û akademîsyenan xwe amade dikin daxuyaniyekî hevpar bidin, partiya Çepgir jî xwest di hevdîtinên li gel Gul girtiyên KCK’ê û KESK’ê bîne rojevê.
Serok Komarê Tirk Abdullah Gul ku dê di serê heftiya bê de serdanek fermî li Swêdê bike, gelek aliyên ku bertekê nîşanî binpêkirina mafê mirvon, mafê kêmenetewan û azadiya fikir ya li Tirkiyeyê didin ketin tevgerê.
DÊ KONFEDERASYON DAXUYANIYEK HEVPAR BIDIN
Konfederasyonên LO, TCO û SACO yên ku karker, memûr û akademîsyen rêxistin kirine û 3,4 milyon endamên wan heyî ji bo balê bikişînin ser êrîşên li dijî azadiya fikir û rêxistinê ya li Tirkiyeyê dê daxuyaniyekî hevpar bidin. Dê konfederasyon bixwaze di hevdîtina Hikumeta Swêdê û Wezîrê Karê Derve Carl Bildt ya bi Gul re rewşa siyasetmedar, sendîkavan û rojnamevanên girtî yên li Tirkiyeyê bînin rojevê.
JI PARTIYA ÇEP PÊŞNIYAR PIRS
Parlementera Partiya Çep ya ji Rojhilata Kurdistanê jî Amîneh Kakabaveh jî pêşniyar pirsek da parlementoyê û daxwaz kir ku, di hevdîtina li gel heyeta Tirkeyeyê de eraziyên Manastira Mor Gabriel yên hatine desteserkirin bên rojevê.
Parlementerê Partiya Çep Jacob Johnson jî pêşniyar pirsek da û xwest, girtiyên KCK û KESK’ê bêne rojevê. Jacob da diyarkirin ku, di pirsgirêka Kurd de helwestên Hikumeta AKP’ê di nava nakokiyê de ne û weke mînak jî ev nîşanda, ji aliyekê ve birêya MÎT’ê hevdîtin li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêdibin û li aliyekê din jî operasyonên leşkerî didomin.
ASÛRÎ-SURYANÎ DÊ BI MITÎNGÊ PROTESTO BIKIN
Asûrî-Suryaniyên li Swêdê jiyan dikin dê Abdullah Gul bi mitîngek ya protestoyê pêşwazî bikin. Di daxuyaniya hevpar dayî de anîn ziman ku, Tirkiye hurmetê nîşanî dêr û menestirên bi hezaran salan nade. Haga Sofya 1600 salî ya li Îzmîtê kirin mizgeft. Rojên borî alîkarê Serokwezîr gotibû ew dê cihê bikin mizgeft.
Di daxuyaniya hevpar de hate gotin ku, Gul dê 13’ê Adarê di demjimêr 08.30’an de li Parlementoya Swêdê bi axive, dê li Qada Mynttorget ya nêzî avahiya parlementoyê bê protesto kirin û banga tevlîbûnê h ate gkirin.