Beriya salek û 2 meh têkilî bi komeleya Kurdan re daniye

Beriya salek û 2 meh têkilî bi komeleya Kurdan re daniye

Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) Mehmet Ulker diyar kir ku gumanbarê ku ji ber kuştina sê jinên Kurd hatiye girtin, beriya salek û 2 mehan bi komeleyek a Kurdan a girêdayî federasyonê re têkilî daniye. Ulker got: “Tirk û Frensî jî dikarin bibin endamên omleyeên me” û wiha domand: “Ez dikarim vê yekê bi rehetî bêjim, ev kes ne ajovaniya Sakîne Cansiz kiriy û ne jî bi karûbarên wê re eleqeder bûye.”

Dozgerê Komarê yê Parîsê François Molins roja duşemê daxuyaniyek da çapemeniyê û encamên lêpirsîna derbarê qetilkirina ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de aşkere kir.

Dozgerê Frensî da zanîn ku kesê gumanbar ê ji ber cinayetê hatiye girtin Omer Guneyjinavçeya Sarikişla ya Sêwasê ye û ev du sal in tê nava Kurdan û diçe. Molins diyar kir ku lê ev kes di rastiyê de kî ye, çi dike, têkiliya wî bi kê re heye nehatiye zanîn.

Serokê FEYKA’yê Mehmet Ulker derbarê Omer Guney ê bersucê cinayetê de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Omger Guney beriya salek û 2 mehan têkilî bi komeleyên Kurdan ên li Parîsê re daniye. Ulker ev agahî da:

“Mijdara 2011 pêşî tê komeleyek a li navenda Parîsê. Ji serokê komeleyê re dibêje ew dixwaze bibe endamê komeleyê. Serokê komeleyê dibêje tu li ku rûdinî, ew jî dibêje li Sarcelê rûdinim. Serokê komeleyê ew dişîne Komeleya Villiers-le-Bel ku nêzîkê cihê wî ye. Yek ji rêveberên komeleyê pêre diçe. Ji bo adiatê jî 50 Euro dide. Piştre weke endameke asayî diçe û tê û samimî dibe. Tevlî çalakiyên komeleyê dibe. Her wiha, Frensiya wî baş bû, ji gelek mirovên me yên pirsgirêkên wan ênziman hebûn wergeriyê dike. Di nava civaka me de balê nakişîne. Lê li gorî lêkolînên me vî kesî di tu komeleyên Kurdan de tu wezîfeyek fermî nekiriye. Tenê endamek bû. Sîstema endamtiya komeleyên me tê zanîn. Em li reng, nijadan nameyzînin. Tirk jî Frensî jî dikarin bibin endamên komeleyên me. Nêrîna me ya li hemberî mirovahiyê wiha ye. Her Kurdistanî û her mirovek ger bixwaze dikare bibe endamê komeleya me. Şertên me tune ne.”

Ulker bersivê da pirsa ku ji aliyê her kesî ve tê mereqkirin û got: “Dibêjin kesek ku zêde Sakîne Cansiz nas neke, çawa dibe wê bîne buroyê. Jixwe ev endamê Komeleya Villiers-le-Belê ye. Tevlî şevan dibe, tevlî çalakiyan dibe û alîkariya mirovên pirsgirêkên wan ên ziman hebûn dikir. Bi vî awayî baweriyê dida. Hevala me Fîdan Dogan telefon dike û dixwaze ku Sakîne Cansiz bîne buroyê.”

‘EV KES JI BO CANSIZ NEHATIYE PEYWIRDARKIRIN’

Serokê FEYKA Ulker diyar kir ku Omer Guney ne ajokar an jî ji bo kar û barên burokratî hatiye peywirdarkirin û got ku ev rastiyê nîşan nade. Ulker wiha got: “Niha em bi hêsanî dikarin bêjin ku wî ji Sakîne Cansiz re ne ajokarî kiriye ne jî bi kar û barên wê yên fermî re eleqeder bûye.”

Ulker destnîşan kir ku Omer Guney xwe ji derdorên komeleyê re weke ‘aliyê bavê min kurd, yê dayika min tirk e’ daye nasandin û lê bi agahiyên dawî yên rayedarên Fransayê re diyar bû ku ev ne rast e. Ulker got: “Guney ji derdorê re gotiye navbera min û malbatê ne baş e û di sala 2010’an de li Munîhê jî zewciye.”

Mehmet Ulker destnîşan kir ku bi kurtasî ev kesekî tarî ye û da zanîn ku agahiyên Dozgeriya Komarê ya Parîsê tenê teknîkî mane û wiha got: “Ev cînayeteke siyasî ye. Divê ev bê ronîkirin. Çavê Kurdistaniyan li ser Fransayê ye.”

TU ELEQEYA WÎ BI PKK’Ê NÎNE Û KESEKÎ TARÎ YE

Ulker wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozgerê Komarê ya Parîsê jî lêpirsîna pir teknîk vegot. Diyare ku li ser Omer Guney radiwestin. Li gorî me yek kes nekare vê bike. Dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne divê teqez hêzên pişt wî derxînin holê. Omer Guney tenê nekare vê cînayetê bike. Mirov bawer nakin. Ligel vê kesekî li pişt wî ew weke PKK’yî daye nasandin. Lê li gorî nûnerên saziyê agahî daye me û lêkolîn kirine ev eleqeya wî bi PKK’ê tune. Remzî Kartal duh di bernameya TV de gotibû Omer Guney ne endamê PKK’ê ye. Apê Guney jî tevli bernameyeke Tv bû û got tu eleqeya Guney bi PKK’ê tune. Yanî bi kurtasî ev tiştekî pir tarî ye.”

AKP’IYAN DIZANÎBÛ DÊ WISA BIQEWIME?

Ulker di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser daxuyanî û gotinên rayedarên tirk û AKP’ê yên ji roja Komkujiyê pêk hat heta niha û li ser daxuyaniya Huseyîn Çelîk sekinî. Ulker li ser pirsa ‘AKP’iyan dizanibû dê wisa bibe?’ wiha got:

“Daxuyaniyên rayedarên tirk , ya Huseyîn Çelîk em li ser pir difirkin. Em difikirin gel ovan amadekariyeke wisa kir, gelê wan dizanîbû dê wisa bibe? Duh M. Alî Şahîn dibêje ‘Yek wek Parîsê dibe li Almanyayê jî pêk bê’. Ev jî nîşan dide ku dê berdewama wê bê. Me weke FEYKA ji hikûmeta Fransayê, serokomar û wezareta karê hundir re name şand. Me di nameyan de êrîş û komkujî vegot. Fransa ji sazî û civaka kurd yên li Fransayê dijîn berpirs e. Saziyên me di bin şopandinê de ne. Ligel vê êrîş pêk tên li Almanyayê. Saziyên kurd yên Belçîkayê tên şewitandin.Wê çaxê, ev ne tesaduf e.

DAXUYANIYA M.ALÎ ŞAHÎN NE DAXUYANIYA JI RÊZÊ YE

Em dibihîzin ku Fransa û Tirkiye agahiyan bi hev re parve bikin. Lê ev di çapemeniyê de dernayê. Ji bo radestkirina siyasetmedarên kurd yên penaber danûstandin tê kirin. Di vê mijarê de derewandin nayê kirin. Ger siyasetmedarekî kurd li vir bê girtin û ji aliyê Tirkiyeyê ve bê xwestin ev yekser hedef tê girtin. Tam divê demê de serokwezîrê Tirk Erdogan dibêje ‘Me radestkirina Cansiz xwestibû’. Ev mirovan dike gumanan. 3 hevalên me hatin qetilkirin. Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ji aliyê Dewleta Fransayê ve dihat şopandin. Daxuyaniyeke Zubeyîr Aydar ya ji ANF’ê re jî hebû. Gelek girîng bû. Der barê suîqest û tîma înfazê de axivîbû. Niha li welatên cuda yên Ewropayê siyasetmedarên kurd hene. Welatên ku lê dimînin ji ewlehiya wan berpirs in. Gotinên M. Alî Şahîn ne ji rêzê ne. Cigirê giştî yê AKP’ê nekare rasterast van gotinan bêje.”

Mehmet Ulker di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin dewleta Fransayê der barê hêzên pişt komkujiyê de daxuyaniyek têr bidin û got ku ew ê dozê heta dawiyê bişopînin.