Berhem Salih li dijî êrîşên Tirk banga lezgîn li Komkara Ereb kir

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza civîna lezgîn li Komkara Ereb kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokkomariya Iraqê, Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, ji bo gotûbêjkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya telefonên peywendî bi hinek serokên dewletên Ereban re pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Berhem Salih bi rêya telefonê peywendî li gel Şahê Urdinê Ebdulezîzê Duyem, Serokê Misrê Ebdulfettah Sisî, Şêx Mihemed Bin Zayid ê Cîhnişînê Abû Dabî, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Sekreterê Giştî yê Komkara Ereb re, pêk aniye.

Her wiha hate ragihandin li ser mijarê bi serokê çend welatan re jî axiviye.