BI DÎMEN

Berê Meşa Dirêj li Achernê ye

Meşa Dirêj a ji Mannheîmê dest pê kir, di roja pêncemîn de ye. Ciwan ber bi Achernê ve dimeşin.

Meşa Dirêj a ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi dirûşma "Serok Apo azad bike, Kurdistanê azad bike, Jiyanê azad bike" di 5'ê Sibatê de dest pê kir, di roja pêncemîn de ye. Ciwanên Kurd saet di 08:00 de li Martplatz a Rastattê li hev civiyan û saet di 09:00 de jî bi coşeke mezin dest bi meşa xwe ya roja pêncemîn kirin. Ciwan wê îro heta bajarê Achernê bimeşin.

HEVDÎTINA BI RAYEDARÊN ŞAREDARIYA RASTATT'Ê RE

Komek ji ciwanên Kurd, ji bo rewşa Ocalan vebêje û dosyayeke berfireh di vî warî de pêşkêş bike, ketin hundirê avahiya Şaredariya Rastattê. Hevdîtina ciwanan a bi rayedarên Şaredariyê re, dewam dike.

Ciwanên ku ji bo azadiya Ocalan dimeşin, heta niha rêyek ji 107 kîlometreyan li dû xwe hiştine. Ciwan wê bi qasî 30 kîlometreyan bimeşin û bigihêjin bajarê Achernê.