Berdevka Partiya Keskan: Me çek û zilma polîsan dît

Berdevka Partiya Keskan a Fransa Sandra Regol a li ser banga HDP’ê ya ji bo hilbijartina Amedê hatibû,anî ziman ku ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin û got: “Ez Kurdan ji bîr nakim, ez ê têkoşîna wan bigihînim Fransayê.”

Ji aliyê AKP’ê ve hîle û bê hiqûqî derketin holê û mudaxeleyî sindoqan kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku ev pêşbînî dîtin, bi armanca şopandina hilbijartinê Partiya Keskan a Fransa vexwendin Amadê. Berdevka Partiya Keskan a Fransa Sandra Regol derbasî dibistanên li herêmê yên ku deng lê hatin bikaraîn û çavdêriyên xwe ji ANF’ê re ragihand.

‘ME ÇEK Û ZILMA POLÎSAN DÎT’

Regol ev tişt anî ziman: “Li gel endamên din ên partiyê me berê xwe da Amedê. Armanca me ya hatin ji bo em têkildarî hilbijartinê raporekê amade bikin û bibin Ewropa. Hatina me ya vir pir girîng e. Tişta ku li Pirsûsê bû em şok kirin. Ji bo em hêzê bidin gel em hatin vir. Me îro xwest biçin navçeya Hênê ya Amedê. Lê dewletê rê neda me. Em jî li navenda bajar li hinek dibistana geriyan. Li vir em rastî gelek kêşeyan hatin. Polîsan em astengkirin ku rê nedan em gelek tiştan bi belge bikin.”

Regol destnîşan kir ku li gel hevalên ku hatîn, li Amedê me çek, zilim û pirsgirêkên polîsan derxistî dît û got: “Tiştên ku li vir rû didin ji bo me ne asayî ye. Ez dikarim bêjim pêkanînên bi vî rengî rewşa nedemokratîkbûnê raber dike. Ji ber bûyerên ku li Amedê rûdayîn ez nikarim sersûrmanbûna xwe veşêrim. Ji xwe her demê partiya me ya ekolojîk her demê dîktatoriya Erdogan bi daxuyaniyan rexne kiriye. Senetorê me yê li Stenbolê têkildarî vê her demê ji Tirkiyeyê agahiyan ji bo me radigihîne. Ji ber wê ji kiryarên li Tirkiyeyê rû didin agahdarin.

‘KURDAN JI BÎR NAKIM’

Regol di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ez li ser navê xwe bêjim, ez Kurdan ti carî ji bîr nakim. Ez ê têkoşîna wan a li vir veguhêzim Fransayê. Ji bo ti kes êş û şanên ku Kurd dikişînin ji bîr nekim tişta ji destê min bê ez ê bikim.