Benqeya Navendî ya Tirk texmîna enflasyonê zêde kir
Benqeya Navendî ya Tirk ku Nîsanê texmîna enflasyonê ya dawiya salê bi rengê 8,4 diyar kiribû, îro bi daxuyaniyekê 5 puan li texmîna xwe zêde kir û kire 13,4.
Benqeya Navendî ya Tirk ku Nîsanê texmîna enflasyonê ya dawiya salê bi rengê 8,4 diyar kiribû, îro bi daxuyaniyekê 5 puan li texmîna xwe zêde kir û kire 13,4.
Serokê Benqeya Navendî ya Tirk Murat Çetînkaya rapora enflasyonê ya sêyan a salê hişkere kir. Çetînkaya kêmbûna nirxê lîreyê Tirk, zêdebûna nirxê petrol û emtîayê kire hinceta zêdebûna texmîna enlasyonê û got vê jî Endeksa Bihayan a Mezaxtkaran (TUFE) zêde kiriye.
Çetînkaya got texmîna mezaxtkaran a ji bo dawiya sala 2018’an ku Nîsanê hatibû ragihandin bi 5 puanan hatiye zêdekirin û bûye 13,4. Çetînkaya got 2,3 ya puanê ji ber sedema bihayê petrolê û li bara dowîzê ji nirx ketine lîre ye. Çetînkaya her wiha diyar kir, hêmanên maliyete yên ji ber petrolê û kura dowîzan a li ser bihayê enerjiyê jî bandor li ser rojanekirina texmîna enflasyonê kiriye.
Çetînkaya her wiha got bihayê zad ku ji 7 ji 100’î bûyî 13 ji 100’î jî bi qasî 1,4 puanî bandor li ser texmîna enflasyona mezaxtkaran a dawiya salê kiriye.