Bendewariya Kurdên li ber PE’yê didome

Bendewariya Kurdên li ber PE’yê didome

Bi daxwaza ku li Yekitiya Ewropayê li  Kobanê li dijî DAIŞ’ê mudaxaleyek bi bandor bimeşîne Kurd ketin Parlamentoya Ewropayê û  çalakiya wan didome. Çalakgerên Kurd diyar kirin ku heta bi rayedarên PE’yê hevdîtinê nekin dawî li çalakiya xwe naynin.

Bi sedan Kurdî vê sibehê bi armanca protestokirina DAIŞ’ê û piştevaniya bo Kobanê li ber PE’yê hatin cem hev û tedbîra polîsan a ewlehiyê derbas kirin û ketin PE’yê. Daxwaza çalakgeran eve ku bi rayedarên PE’yê re bêm cem hev û daxwazên xwe bînin ziman. Li aliyê din jî çalakgerên di çalakiya runiştê de, ji aliyê gelek parlamenterên PE’yê ve hatin ziyaret kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

BILA YEKITIYA EWROPAYÊ MUDAXALE BIKE

Çalakger Zozan Ararat bi telefonê agahî da û diyar kir ku ew dixwazin bi rayedarên PE’yê re hevdîtinê bike û got wan wek çalakgerna komîteyek ava kiriye. Ararat wiha got: “Em ji bo daxwazên xwe ragihînin dixwazin bi rayedaran re hevdîtinê bikin. me komîteyek avakir.  Daxwaza me eve ku welatên YE’yê mudxaleyê DAIŞ’ê bike. Heta daxwazên me neyên qebûlkirin emê çalakiya xwe bidomînin.

Bi sedan kesên nekarin bikevin PE’yê jî li ber derî çalakiya xwe didomînin.