Belgeyên sîxurtiyê yên ATÎB'ê di destê polîsên Viyanayê de ne

Belgeyên di derbarê endamêm sîxûrên hikûmeta AKP û Erdogan ên li Awûstûryayê ku ji bo Yekitiya Îslama Tirk a Awûstûrya (ATÎB) kardikin, îro radestî polîsên Viyana yê hatin kirin.

Berdevkê Politîkayên Ewlehiyê ya Partiya Kesk a Awûstûrya Peter Pîlz li Viyanayê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser politikayên hikûmeta Tirk û got; "ATÎB bûye pergala politîkayên hikûmeta Tirk."

ENSTÛRMANÊN POLITÎKAYÊN HIKÛMETA TIRK

Peter Pîlz hişyariyek da û got; "Hikûmeta Tirk bi politîkayên 'hişk û qanûnan nayê nîqaşkirin' weke ensûrmanekê kartîne. Rêxistinkirina sêwana vê rêxistinê di destê rêveberiyên Tirk de ne."

Ropora ku ji aliyê Peter Pîlz ve hatî pêşkêşkirin, di şêweyê dîtina ATÎB'ê de weke saziyekî çand û hûnerê tê xwiyakirin, lê belê di naveroka xebatan de aliyên din bal dikêşe ser xwe.

Pîlz diyar kir ku ATÎB bi serokatiya Diyanetê ve girêdayî ye û agahiyên derbarê îstixbaretê de hene. Di nava van de Kurd, Mûxalîf, Rojnamevan û aliyên Fettullah Gulen ên tên şopandin jî hene.

JI SER SEFARETXANEYA SALZBÛRGÊ RE JI BO ENQEREYÊ SÎXÛRIYÊ VEDIGUHÊZE

Peter Pîlz diyar kir ku ATÎB bi hinceta xebatên xwe agahiyan kom dike û ji bo saxiyên din vediguhêze. Pîlz, binî xet kir ku Serokê ATÎB Fatîh Mehemt Karadiş ji ser Sefaretxaneya Salzbûrgê re sîxûriyê ji bo Wezîrê Diyanetê yê Tirk vediguhêze.

Peter Pîlz hişyarî da ku xebatên sîxûriyê yên ATÎB, ewlekariya navîn a Awûstûryayê dixe nav xeteriyê, îşaret bi xeteriya saziyên mîna Yekîtiya Demokratîk a Tirk a Ewropayê (ÛETD) jî kir.