Belgeya 'hevkariya' Salîh Bedrettîn û Tirkiyeyê
Belgeya 'hevkariya' Salîh Bedrettîn û Tirkiyeyê
Belgeya 'hevkariya' Salîh Bedrettîn û Tirkiyeyê
Salîh Bedrettîn ku li Rojavayê Kurdistanê her tim bi provakasyon, êrîş û lidij PKK’ê tê rojevê, derket holê ku di salên 1990’î de ji bo ku PKK ji Sûriyeyê derkeve ji Tirkiyeyê perwerdeya çekdarî û leşkerî xwestiye.
Salîh Bedrettîn ku li Rojavayê Kurdistanê pitşî gelek rêberiyên bajaran ket destê gel, li pişt gelek êrîşan cih girt û her wiha hevkariya wî ya bi Tirkiyeyê re bi belgeyan hat tespîtkirin.
Di belgeyeke erebî ya ku di malbera Lekolîn.org hat weşandin îmze û mohra Bedrettîn heye. Belgeya ku tê gotin ji seferatxaneya mezin a Sûriyeyê ya Tirkiyeyê re hatiye nivîsin, ya 29’ê Adara 1994’a ne. Di belgeyê de wiha tê gotin.
"birayê min Doktor Ahmet Bîn Meîzî
Silav. Min nameya we ya ku ji seferatxaneya tirk a Tunusê re şandiye bi kêfxweşî girt. Sipas dikim. Di mijara têkoşîna li dijî PKK’ê de ji ber ku we Partiya Îttîhat Eşhap û seferatxaneya Tirk daye nîqaşkirin sipas dikim. Mijarên we di nameya xwe de destnîşan kiriye, ger aliyên tirk qebûl bike em dê jî bikin. Ev mijar çine?
1- Tirk di vê mijarê de dê alîkariyê bidin me û ji bo rêxistinê dê li Almanya, Polonya, Bulgaristan, Lubnanê buro bê vekirin.
2- Serbazê tirk dê li ser axa Tirkiye û Lubnanê perwerdê bide. Çawa ku berê Filistiyan perwerde dîtin.
3- Bila Tirkiye pasaportên dîplomat bide me. Em jî wek rêxistin garantiyê didin wan ku dê PKK’ê ji Sûriyeyê derbixînin.
Di van mijarana de em dixwazin diyalog bidome û seferatxaneya Tirk jî di vê mijarê de bê agahdarkirin.
Silav û rêz, birayê te Salîh Bedrettîn
Serokê Partiya Îttîhat Eşhap (Partiya Yekitiya Gelan)
29.03.1994"
Di belgeyê de nîşeya ‘Min fêm nekir ev belge çima bi mohr û îmzekiriye’ jî balê dikişîne.
SALÎH BEDRETTÎN KÎ YE?
Salîh Bedrettîn di dema rejîma Seddam de çûye Iraqê û pişt re derbazî Başurê Kurdistanê dibe, ji ber bûyerên Suriyeyê çûye Tirkiyeyê.
Bedrettîn ku li ser nifûsa Qamişlo qeydkiriye, di 1982’an de wek kesê ku navbera tevgera kurd û Fîlîstê xirab kiriye û PKK wek rêxistina terorê îlankiriye tê nasîn. Ligorî Lêkolînê berê li Başûrê Kurdistanê gelek Kurd qetilkiriye. Her wiha di komkujiya Helebceyê de jî ji Seddam Huseyîn re sixûrtî kiriye. Her wiha vî kesî bi salan li dijî Mela Mustafa Barzanî û PDK’ê jî bi salan faliyetên sîxurtiyê meşandiye.
Heta sala 1996’an Serokatiya Partiya İttahat Eshap meşandiye. Piştî ev partî hat feskirin Partiya Azad a Kurd hat avakirin. Her çiqas Mustafa Cuma bo serokatiyê hatibe hilbijrtin jî Salîh Bedrettîn bi rêve dibir.
Bedrettîn ku berpirsê Komeleya Çanda Kawa a Hewlêrê bû, di dema pevçûnên Sûriyeyê de bi hevkariya xwe ya Tirkiyeyê hatibû rojevê.