Belgeya bazara qirêj a di navbera dewleta Tirk û DAÎŞ’ê de

Di belgeyekê de tê dîtin a ku îmzeya Meclîsa Leşkerî û Herêmî li binê heye heye ya ku dewleta Tirk li Babê ava kiribû, çeteyên DAÎŞ’ê yên ber bi herêma Mertala Firatê ve reviyane, ji bo ku karibin tevlî nav komên Mertala Firatê bibin biryar hatiye dayîn.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku piştî li Sûriye û Iraqê ji rêxistinê reviyan û berê xwe dan herêmên Mertala Firatê, ji aliyê dewleta Tirk bi pereyan di nav ‘Artêşa Neteweyî’ de tên bicihkirin. Di belgeyeke Meclîsa Leşkerî û Herêmî de ya di 24.08.2017’an de tê dîtin ku, çeteyên DAÎŞ’ê 5000 dolar bidin ‘fonê’ ew ê karibin tevlî nav komên Ehrar El Şerqiye û Şaîdatê bibin. Di belgeyê de hişyarî tê kirin ku divê ev biryar veşartî bimîne û di qadên wekî înternetê de ev belge neyê belavkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê komên di nav ‘Artêşa Neteweyî’ de qebûl kirine ku çeteyên DAÎŞ’ê tevlî nav wan bibin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên di nav ‘Artêşa Neteweyî’ de ji xeynî komên Ehrar El Şerqiye û Şaîdatê di nav komên bi navê Ehrar El Şam, Sûltan Mûrat, Tecemûa Şerqiyeyê jî tên bicihkirin.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistiye, nêzî 100 çeteyên DAÎŞ’ê yên ji Reqa û Dêrazorê reviyane tevlî nav komên Mertala Firatê bûne. Tê ragihandin ku serekên çeteyên DAÎŞ’ê yên ku naxwazin tevlî nav Mertala Firatê bibin jî ji bo derbasî Tirkiyeyê bibin, alîkariya wan tên kirin.

‘Artêşa Neteweyî’ ji komên Artêşa Sûriyeyê ya Azad ên li herêma Mertala Firatê û Îdlîbê pêk tên. Di 30’ê Kanûna 2017’an de li Ezazê civînek hate kirin û Serokwezîrê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Cevad Ebû Hattap avakirina ‘Artêşa Neteweyî’ ragihand.

QATAR Û TIRKIYE CIVÎNA AVAKIRINÊ DIKIN

Di nav ‘Artêşa Neteweyî’ de 35 kom hene û ji bo avakirina wê di Îlona 2017’an de gav hatine avêtin. Çavkaniyeke ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bide, têkildarî avakirina ‘Artêşa Neteweyî’ agahî da ANF’ê.

Artêşa Tirk li herêma Babê ji bo avakirina ‘Artêşa Neteweyî’ di 26’ê Îlonê de civînekê li dar dixe. Berpirsên komên çekdar ên li Bab, Ezaz, Cerablûs û Îdlîbê û heyeteke ji Qatarê beşdarî vê civînê dibin a ku ji aliyê dewleta Tirk hatiye organîzekirin. Di civînê de pêşniyaza dewleta Tirk tê qebûlkirin a ku dixwaze van koman li ser navê ‘Artêşa Neteweyî’ bike yek. Fînansoriya vê artêşê jî ji aliyê Tirkiye û Qatarê tê kirin.

WALIYÊN DÎLOK Û KÎLÎSÊ BI ÇETEYAN RE DICIVIN

Heman çavkaniyê diyar kir ku di 24’ê Cotmeha 2017’an de ji bo avakirina ‘Artêşa Neteweyî’ civîneke duyemîn tê kirin. Rêveberên leşkerî û siyasî yên komên çeteyan, nûnerê MÎT’ê û waliyên Dîlok û Kîlîsê jî tevlî vê civînê dibin.

Di civînê de biryar tê dayîn ku pereyên ji deriyên gumrikê (Bab El Havva, Karkamiş) bila ji bo mesrefên ‘Artêşa Neteweyî’ werin bikaranîn. Di heman demê de biryar tê dayîn ku 2 qolordû werin rêxistinkirin. Di civînê navê van qolordûyan û berpirsên wan tên diyarkirin. Biryarek tê dayîn ku her kom ew ê çek, wesayît û malzemeyên leşkerî yên di destê xwe de dewrî Wezareta Parastinê ya girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê bike.

KÎ BI RÊ VE DIBE?

Tê diyarkirin ku fermandarê giştî yê ‘Artêşa Neteweyî’ Fedillah El Hecî ye, Evdulcebar Egeydî û Hesen Merî jî ji bo alîkariyê hatine hilbijartin. Hin kesên ji Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê jî di artêşê de cih digirin lê biryarên bingehîn ji aliyê dewleta Tirk ve tê dayîn.

Li gorî vî tiştî, Qolordiya 1’emîn wê ji aliyê Seyf Ebû Bekir (Polat) were birêvebirin. Seyf Ebû Bekir berê fermandarê Firkaya Hamzayan bû.

Qolordûya duyemîn ew ê bi navê Sûltan Mûrat xwe birêxistin bike û kesê bi navê Fehîm Îsa ew ê fermdariyê ji vî tiştî re bike.

Qolordûya 3’emîn a bi navê Eniya Şamiye jî wê ji aliyê tûgaya Semerkentê ve were birêvebirin.

MEAŞ JI TIRKIYE Û QATARÊ TÊN ŞANDIN

Rayedarên van koman îddîa dikin ku 20, 25 hezar endamên wan hene. Lê çavkaniya me dibêje ku 14 hezar endamên wan hene. Piştgiriya malî ya vê artêşê ji aliyê Tirkiye û Qatarê tê kirin û her endam mehê 350 dolar û fermandar jî 1500 dolar meaş distînin.

LI ENQERE, RIHA, ANTAKYA, KÎLÎS Û MÊRSÎNÊ KAMPÊN PERWERDEHIYA LEŞKERÎ

‘Artêşa Neteweyî’ ku armanca damezirîna xwe bi gotina ‘Şerê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ nîşan dayî, perwerdehiya pêşî 7’ê Cotmeha 2017’an da 150 kesî yên ji Lîva Şîmal, li Enqere, Riha, Antakya, Kîlîs, Mêrsînê, li kampên leşkerî komên dî ji bo perwerdekirinê têne hazirkirin.

Efserên di artêşa Tirk de perwerdehiyê didin û perwerdehî 20-30 rojan didome. Berpirsê perwerdehiyê ‘Artêşa Neteweyî’ fermandarê berê yê Lîva El Şîmal e û bi navê Neqîb Mistefa tê zanîn. Tê gotin Neqîb Mistefa li bajarokê Mearretê ya Idlibê ye. Li nav Sûriyê jî li herêma Babê, li baregeha leşkerî ya li herêma Cebel Şêx Aqil Artêşa Neteweyî navenda perwerdehiya leşkerî daniye.

Tê gotin dewleta Tirk di alîkariya pêşî ya çekdarî de topên hawanan, tang, wesayitên zirxî, BKC, doçka, moşekên konkursê, dûrbînên termal, rokêtavêj, moşekên termal dane û di rojên pêş de soz daya ku alîkariyeke dî ya cuda ya leşkerî wê bike.

‘ÊN KU DI NAV ARTÊŞA NETEWEYÎ DE CIH DIGIRIN’

Komên ku di nav ‘Artêşa Neteweyî’ de ev in: Cephet Şamîy, Firqet Hemze, Tecammua Fasteqim, Ceys El Îslam, Suqurul Şam, Ensar El Sinne, Fırqel Ula, Liva El Vaqas, Lival El Fettih, Ehrar El Şam, Liva El Muntesir Billah, Lival El Muatasim, Firqe Şemaliye, Lîva El Evvel, Lîva El Rabia, Ceyş El Ehfet, Liva Semerkent, Foc El Mustafa, Foc El Evvel, Firqet El Seffa, Suqur El Şemal, Ceys El Neqbe, Fırqet Sultan Murat, Tûgaya Fatih Sultan Mehmet, Ehrar El Şerqiye, Lîva El Şemal, Fırqet 23, Foc El Xamis, Tûgaya Suval El Cezire , Firqet El Tesîa, Lîva El Sultan Osman, Tûgaya Suleyman Şah, Liva El Evvel Megavir, Heyet El Erkan, Hikûmeta Demdemî ya Sûriyê, Muxalefeta Netewî ya Sûriyê.

ARTÊŞA SÛRÎ LI DIJÎ IDLİBÊ OPERASYON DA DESTPÊKIRIN

Artêşa Sûriyê Kanûna 2017’an operasyonek li Başûrê Idlibê da destpêkiirn. Niha li 80 gundî kontrol daniye. Gihaşte ber sînorê Sîncarê, ku bi girîngiyeke stratejîk e. Tê gotin heta ku balafirgeha leşkerî ya Ebû Duhur kontrol bike wê operasyon bidomin. Berevajî gotinên li ser ‘Artêşa Neteweyî’ ku dibêjin ‘bi artêşa Sûriyê re şer dikin’ heta niha kanên li herêmê diyar dikin ku di navbeyna hêzên rejîmê û komên çete de ti şerek çênebûye.

KANÊN LEŞKERÎ: WÊ BI SER NEKEVE

Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Sûriyê ya Demdemî Heysem Efeysî got, “Em ê li dijî rejîm, PYD-YPG’ê û DAÎŞ’ê şer bikin”, bi wê mebestê ye ku dixwaze êrîşa dewleta Tirk a li ser Federasyona Bakurê Sûriyê û dagirkirina Efrînê rewa bide nîşandan. Nayê payîn ku ev pêkhateya ku bi fişara dewleta Tirk ava bûyî bi ser bikeve. Kanên sereke yên herêmê dibêjin ‘Artêşa Neteweyî’ mîna Artêşa Azad a Sûriyê di dest dewleta Tirk de wê bibe amûrek.