Bekîr Bozdag: Me lîsteya Aqilmendan çêkir
Bekîr Bozdag: Me lîsteya Aqilmendan çêkir
Bekîr Bozdag: Me lîsteya Aqilmendan çêkir
Alîkarê Serokwezîrê tirk Bekîr Bozdag destnîşan kir ku wan lîsteya ‘Aqilmendan’ çêkirine û got: “7 komîsyonên ji 7 kesan pêk tên hati avakirin. Bi giştî 49 kes in. Ew xwe dizanin. Serokên koman bi serokwezîr re dê muxatab bibin.”
Bekîr Bozdag pirsên rojnamegeran yên di rojevê de bersivand û got: “Me lîsteya Aqilmedan çêkir. 7 komîsyonên ji 7 kesan pêk tên hatin avakirin. Bi giştî 49 kes in. Ew xwe dizanin.” Bozdag diyar kir ku der barê mijarê de dê din ava hefteyê de agahiya rayagiştî hebe û dê encamên wê derkevin holê û got: “Aqilmend dê li 7 herêmên cuda yên Tirkiyeyê xebatên wekê konferans û semîneran pêk bînin û serokên koman dê bi serokwezîr Tayyîp Erdogan re muxatab bibin.”
Bozdag li ser pirsa ku 300 akademîsyenî hefteya borî xebata makeqanûna nû îmze kiriye de jî wihagot: “Di makeqanûnê de kesî nexwest gotina Tirk bê derxistin. Di makeqanûnê de di her derê de gotina tirk derbas dibe, hemû tiştên hatine axaftin bi têgeha ‘welatibûnê’ eleqeder e.