Bêhurmetiya qeyûmê ya li dijî siyasetmedarê Kurd

Qeyûmê ku Şaredariya Yenîşehîrê desteser kirî, tabêlaya Kompleksa Sporê ya Husn-î Cîhan ku ji bo bîranîna siyasetmedarên DTP’yî Husnu Ablay û Cîhan Denîz çêkiribûn, bi spî boyax kir. Heman qeyûmî park û bîrdariya li ser navê Mehmet Uzun jî rakiribû.

Qeyûmên ku şaredariyên Kurdistanê dagir kirine, navê cihên ku li Kurdistanê bûne sîmge radikin. Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê ku bi rakirina bîrdarî û parka Mehmet Uzun beriya bi çend rojan hatibû rojevê vê carê jî li ser tabêleya Kompleksa Sporê ya Husn-î Cîhan navê ‘Husn-î Cîhan’ bi spî boyax kir û jêbir.

Kompleksa sporê ji bo bîranîna siyasetmedarên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Husnu Ablay û Cîhan Denîz 2014’an hatibû vekirin, ku Ablay û Deniz li Dîlokê, 24’ê Tîrmeha 2008’an bi qezayeka trafîkê jiyana xwe ji dest dabûn.

HUSNU ABLAY Û CÎHAN DENIZ

Denîz û Albay ku di xebatên damezirîna DTP’ê û Tevgera Welatiyên Azad de cih girtibûn, li nêzî Dîlokê bi qezayeke trafîkê jiyana xwe ji dest dabûn. Cîhan Deniz 1994’an hatibû girtin û piştî ku 10 salan girtî mabû,2004’an ji girtîgehê derketibû. Cîhan Denîz di nav Tevgera Welatiyên Azad û damezirîna DTP’ê de bi çalakî xebat kiribû. Husnı Ablay jî piştî ku 10 salan li girtîgehê mabû 2004’an ji girtîgehê derketibû.