Bêdengiya CPT û Ewropayê tê protestokirin

Greva birçîbûnê ya li pêşiya Parlementoya Ewropayê didome. Parlementera ji Îrlandayê Martîna Anderson û femînîsta ji Îtalyayê Eleonara Forenza hatin serdana çalakiyê û bêdengiya welatên Ewropayê şermezar kirin.

Li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê greva birçîbûnê ya li pêşiya Parlementoya Ewropayê di roja 4’an de didome.

Çalakger ji bajarê Lahrê hatin pêşiya avahiya Parlementoya Ewropayê ya li Strasboûrgê û di roja 4’an de dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de Mahsûm Korkmaz jî hate bibîranîn.

Çalakgerên jin wê li pêşiya Parlementoya Ewropayê bêdengiya saziyên Parlementoya Ewropayê û CPT’ê şermezar bikin. Di saetên pêş de jî wê ciwan li pêşiya avahiya Parlementoya Ewropayê çalakiyeke protestoyê ya bêdengiyê li dar bixin.

ANDERSON: EZ PIŞTGIRIYÊ DIDIM WE

Parlementera ji Îrlandayê û ji Komîteya Jinan a Parlementoya Ewropayê Martîna Anderson û femînîsta ji Îtalyayê Eleonara Forenza hatin serdana çalakiyê peyamên piştgiriyê dan.

Anderson got ku “Em piştgiriyê didin vê çalakiya we ya mafdar. 3 hefte berê ez çûm serdana Leyla Guven jî. Ez baş dizanim grevên birçîbûnê ji bo çi tê kirin. Di grevên birçîbûnê de 11 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ez 11 salan di girtîgehê de mam ji ber vê jî ez dizanim ev hesteke çawa ye. Ji ber vê jî ez piştgiriyê didim têkoşîna we û ez bêdengiya welatên Ewropayê şermezar dikim.”

FORENZA: EM JI WE HÎN BÛN

Femînîsta ji Îtalyayê Eleonara Forenza jî li vê derê axivî û got ku “Em ji we hînî konfederalîzmê bûn û em jinên femînîst deyndarê we ne. 2 hefte berê em bi çalakger Dîlek Ocalan re jî civiyan. Parlementoya Ewropayê di serî de, ez bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê şermezar dikim.”