Hevserokê koma BDP’ê Îdrîs Baluken di derbarê nûçeya hêjmara rojnameya Sabah ya îro ya “BDP: Yê tetîk kêş Kurde” daxuyaniyek da. Hate ragihandin ku, nirxandina di derbarê mijarê de di nûçeyê de hatiye berevajî kirin, naveroka wê hatiye serûbin kirin û balkişande ser ku, hewil didin ber bi aliyek din ve bibin. Daxuyaniya BDP’ê wiha ye:
“Di hêjmara Rojnameya Sabaha ya îro de ‘BDP: Yê tetîk kêş Kurde’ hatiye weşandin, daxuyaniyên di derbarê mijarê de hatine kirin, hatin berevajî kirin, naveroka wê hatiye serûbin kirin û hewil dane ber bi aliyek din ve bibin.
Nirxandina ku me di derbarê mijarê de kiriye wiha ye: Di rojên destpêkê yên sûîqestê de me behsa berpirsyartiya mezin ya hikumeta Fransa û Tirkiyeyê kir. Me gotibû, ger ev bûyer bi hemû aliyên wê ve ji rayagiştî re neyê aşkera kirin, dê di bin zanek mezin de bimînin û dê wisan berdewam bike. Di heman demê de me destnîşankiribû ku, ihtimal heye dewletên derdor û hêzên navnetewî ji vê pêvajoya muzakere û diyalogê nerihetbûye û plan kiriye ku sabote bikin. Weke ku tê zanîn, hêjan demek ser bûyerê re derbaz nebûyî, bêy ku bispêrin agahî û belgeyekê rayedarên hikumetê daxuyanî dan û gotin ev hesaba navxweyî ya rêxistinê ye. Me dabû zanîn ku, piştî vê daxuyaniya hikumetê gûmanên me çêbibûn ku, di vê bûyerê de rolê dewleta Tirk û Fransayê heye. Di vê asta ku lêpirsîn gihayê de tabloyekî ku ji daxuyaniyên Îran û Sûriyeyê zêdetir, vesaziyên kûr yên di nava dewleta Fransa û Tirkiyeyê, di nava plansaziyekî dibe ku tetîk kêşên Kurd bikaranî bin. Me dabû diyarkirin ku, dema ku mirov temaşeyî daxuyaniyên destpêkê yên weke ‘înfazên nava rêxistinê’ hewil didin bûyerê şêlo bikin, hedefê şaş bikin û her wiha kampanyayekî bincilkirina vesaziyên kûre.
Serûbin kirina van daxuyaniyan, hewil didin daxuyaniyên me yên di derbarê role Fransa û Tirkiyeyê serûbin bikin, weke din jî bikaranîna gotina ‘yê di înfazê de tetîk kêşa Kurde’ ku ne aydê me ye, parçeyek ji hewildanên serûbin kirina bûyera li Parîsê ye. Ger tetîk kêş Kurd jî be ev gûmana me ya li ser Fransa û Tirkiyeyê ranake.
Her wiha nûçeya ku di rojnameyê de hatiye serûbin kirin pêwîste rayagiştî guh nedeyê û îtîbarê nedê. Sernûçe û naveroka wê nûçeyê hewilwesta me nîşan nade.”