BDP: Komkujiya Qamişlo berê hatibû amadekirin
BDP: Komkujiya Qamişlo berê hatibû amadekirin
BDP: Komkujiya Qamişlo berê hatibû amadekirin
Navenda Giştî ya BDP'ê komkujiya Qamîşloyê ya di 12'ê adara 2004'an de pêk hat şermezar kir û wiha got: "Komkujiya Qamîşlo tenê li Rojava na di dilê hemû Kurd û dostên wan de birîneke. Êşa wê dê bi me re bijî. Qamîşloyekî din teqez çênabe."
Navenda Giştî ya BDP'ê têkildarî salvegera Komkujiya Qamîşloyê de daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate bîrxistin, di 12'ê Adara 2004'an de li hemberî kurdan li Qamîşloyê komkujiyek pêk hat û wiha hate gotin: “Di bûyerên maça futbolê de derketin roja destpêkê 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Merasima cenazeyan a ku di 12'ê Adarê de pêk hat jî rastî êrîşa hêzên Baasê hat. Di komkujiya Qamişloyê de bi giştî 29 Kurd, 4 ereb, 19 polîs û leşker bi giştî 52 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bibin."
‘KOMKUJÎ BERÊ HATIBÛ AMADE KIRIN’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî komkujiyê di serhildanên pêk hatin de jî nêzî 2 hezaran kes hatin girtin û wiha hate destnîşankirin: "Kurd û dostên wan baş dizanin ku ev komkujî bûyerekî ji ber maça futbolê pêk nehat. Ev komkujî berê hate amadekirin û pişt re xistin dewreyê. Armanca rejîma Baasê ew bu ku kurdên ji bo nasname, rûmet û statûya xwe têkoşînê didin bitepisînin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Komkujiya Qamîşlo tenê li Rojava na di dilê hemû kurd û dostên wan de birîneke. Êşa wê dê bi me re bijî. Qamîşloyekî din teqez çênabe."