BDP: Em êşa gelê Çerkes parve dikin

BDP: Em êşa gelê Çerkes parve dikin

Navenda Giştî ya BDP'ê bi wesîleya 21'ê Gulanê Sirguna Çerkes û Roja Qirkirinê daxuyaniyek da û bibîr xist, ku di sedsala 19'an de 2 mîlyon mirov ji aliyê Rûsya Çarlik ve hatine kuştin û hat gotin, "Em êşa gelê Çerkes parve dikin."

Di daxuyaniya nivîskî ya BDP'ê de hat ragihandin, ku gelê Çerkes li qirkirina herî bi xwîn û dijwar a dîroka mirovahiyê rast hatiye û hat destnîşankirin ku qirkirin gunehê li dijî mirovahiyê ye.

Di peyama BDP'ê de weha hat gotin; "21'ê Gulanê Roja Qirkirin û Sirguna Çerkes, roja bîranîna yek ji trajediyên herî mezin ên dîroka mirovahiyê ye, salvegera qirkirina gelê Çerkes e. Di çarçoveya polîtîkayên emperyal ên Rûsya Çarlik de, roja nîşana kiryarên dij mirovahiyê ye. Roja bîranîna 2 mîlyon mirovên di sedsala 19'an de ji aliyê Rûsya Çarlik ve hat kuştin e.

Gelê Çerkes, di Rûsya Çarlik a weke girtîgeha gelan bû, rizgariya welatê xwe parastin, lewma li gelek komkujiyan rast hat. Herî dawî di 21'ê Gulana sala 1864'an de li hemberî artêşa Çarlik wenda kirin û gelê Çerkes bi vê yekê re li qirkirina herî hovane û bi xwîn a dîroka mirovahiyê rast hat. Bi hevkariya Împaratoriyên Rûs, Osmanî û Brîtanhyayê, li çar aliyê cîhanê hatin belavkirin. Beşeke mezin a Çerkesan di demeke kin de bi şertên giran ji welatên xwe hatin sirgûnkirin û yek ji sê parê wanldi rê de ji ber birçîbûn û nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan. Li Urdun, Sûriye, Misir, Fîlîstîn, Lubnan û welatên Balkanan belav bûn. Li gel şert û mercên giran jî, gelê Çerkes nasname û hebûna xwe parast û diparê.

Ev roj, ne rojeke ji rêzê ya bîranînê ye. Ev roj roja fêmkirina sirgun û qirkirinê ye, berxwedan û rûbirûbûna qirkirinê ye. Ji bo mirovahî ji niha û pê ve bi qirkirinê bi vî rengî re rû bi rû nemîne, divê hesap ji van bûyeran were pirsîn. Bi vê têgihiştinê, em êşa gelê Çerkes parve dikin û yên di sirgunê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tînin."