BDP'ê xwest meclis li ser lebetên gêrîlayên HPG’ê yên tên derxistin lêkolîn bike

BDP'ê xwest meclis li ser lebetên gêrîlayên HPG’ê yên tên derxistin lêkolîn bike

Hat diyarkirin ku, lebetên gêrîlayên HPG'ê yên di 7'ê Çileyê de li navçeya Çelê jiyana xwe ji dest dan û birin morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiye ji zikê wan derdixin û dişînin Nexweşxaneya GATA'yê. Rêxistina BDP'ê, ji bo meclis vê îdiayê lêkolîn bike daxwazname da.

Di 7'ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyon pêk hat û di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan diyar kiribû ku, lebetên cenazeyan li Saziya Tiba Ddlî ya Meletiyê hatide derxistin. Li ser vê yekê parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna pêşniyarnameyek da meclîsê û xwest ev yek bê lekolînkirin. Ayna anî ziman ku, li şûna cenaze di morga Saziya Tiba Edlî de bên girtin, li morga goristanê di nava torbeyên cemedê dehatine hiştin.

Pêkanînên li ser cenazeyan tên kirin li gorî zagonên neteweyî û navneteweyî li dijî mafên mirovanin.

Em dixwazin bê zanîn ku, dema tên girtin bi saxî tên girtin an jî kuştî tên girtin. Divê li gori konseya NY'ê ya Konseya Civakî ya hiqûqa Derve ya hêjmar 1989/658'an lêkolîn bê kirin. Li gorî dîmen û wêneyên hatine kişandin îşkence hatine kirin û lebetên wan hatine derxistin.

Divê hemû pêkanîn bên lêkolînkirin û pêkanînên li derve mirovahiyê bê tawanbarkirin.