BDP’ê TRT şermezar kir

BDP’ê TRT şermezar kir

Meclisa Jinan a BDP’ê ji ber gotinên Omer Tugrul Înançerê ku di TRT’ê de bernameyê çêdike  TRT şermezar kir.

Meclisa Jinan a BDP’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Omer Tugrul Înançerê ku di TRT’ê de bernameyÊ çêdike, hema hema di her bernameya televîzyona gotinê nefretê yên li dijî jinan bikartîne û zîhniyeta dijminahiyê ya li dijî jinê rewa dike. Ya herî girîng jî ya ku vê dike televîzya dewletê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê hat diyar kirin ku berê jî Înançer di bernameya Tv de gotibû; Bila jinên ducanî dernekevin holê, ev bê terbiyatiye.  Meclisê daxuyanî wiha berdeawm kir: “Derbarê wî de ji bo vê gotinê tu tiştek nehat kirin. Ligel hemû bertek û gilîkirinên saziyên jinan, RTUK’ê bihêlen bermeyê rabikin, tu ceza neda.Ev jî nîşan dide ku hikûmet û dewlet piştgiriyê didin van gotinên dij jinê û ev bername bi zanebûn tên kirin.

Her wiha Înançer dibe ku ji vê rewşê hêz girt, beyîn ku xwe sererast bike, gotinên xwe yên dij jinan berdewam dike. Herî dawî bi gotinên ‘Bila jin xwe ji xapandina azadiya aborî  bikişînin. Jin dibêje, ez ne hewcedarê mêrim û malbatê belav dike. Dibêje ez ne hewcedarên hevserê xwe û me diçe ji patronan re xizmetê dike. Vê rewşê li gotî hesyeta xwe dibîne, jin tune, wekhevî tune. Ma ne wek mine ku ez bêjim wek mine, ew hevsera  mine.’ Dijminahiya xwe ya li dijî jinê careke din dubare kiriye.

Ev gotinên bi vî rengî nayên qebûlkirin.  Em wek jin tu car vê zîhniyetê qebûl nakin. Li dijî vê zîhniyetê emê heta dawiyê têbikoşin. Em TRT ji ber dijminahiya li dijî jinê şermezar dikin. Divê ev bernameyên bi vî rengî demildest ji weşanê bê rakirin. Divê Înançer ji vir şûnde tu bernameyekê çêneke, ger çêbike jî ev jî vekirî nîşan dide ku dijminahiya li dijî jinê didome.